Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siberoja Îtîlafa Sûrî û Hebûna ENKS'ê di Nava Wê Hemahengiyê de


Zêdetirî hefteyekê ye ku roja 12'ê meha Îlonê de hilbijartinên Îtlafa Sûrî ya opozisyonê çêbûn, Hadî Behra wek serokê nû yê wê Îtlafê hat hilbijartin ji alîyê desteya giştî ya îtalfê ve ku ew hilbijartin bû cihê rexne û nakokîyan.

Serokê berê yê Îtalfê Nesir Herîrî rexneyên tûnd kirin, û hat gotin ku Tirkîyê Hadî Behra ferzkir. Piştre hin kesayetiyên weke Selîm Îdrîs ji wê Îtalfê vekişîyan

Encûmena Niştîmanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) weke hêzeke sîyasî kurdî di Îtalfê de, wan jî dengê xwe da Hadî Behra.

Gelo Îtalf yekgirtî û yek deste yan na ?

Bi rastî Îtîlaf dikare nûnertîya gelê Sûrîyê bike?

Îtîlafê siberojek çawa heye?

Hebûna ENKSê di Îtîlafê de nûnertîya kurdan dike?

Çima kurdên Sûrîyê ji hebûna ENKS di nava Îtlafê de ne razî ye, bi taybetî piştî girtina Efrîn û Serêkanîyê?

Ev Mijar û pirs li gel mêvanên Mijara Rêjê di du beşan de hatin gotûbêj kirin.

Di beşa yekê de Hesen Remzî, berpirsê ragihandina ENKSê bersiva pirs û gotûbêja derbarê mijarê de da.

Herwiha di beşa duyan de jî, birêz Zîwer Şêxo çavdêrê sîyasî û rojnamevan tevlî bernamê bû û nêrînên xwe yên derbarê mijarê de anîn ziman.

Zanan Omer_Mijara Rojê.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:30 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG