Serokwezîrê Îtalya Mario Draghi îro Çarşemê bang li Çînê kir ku ser dagirkirina Ukrayna piştgirîyê nede Rûsya û giranîya xwe bide ser danûstandinên bo lihevkirinê.
Draghi di axaftina xwe ya li parlamana Îtalya de dîyar kir ku Serokê Rûsya Vladimir Putin guh nade danûstandinên aştîyê.
‘’Gerek em dubare bikin, Pekîn divê dûrî wan tevgeran bisekine ku piştgirîya Rûsya dikin, û divê ew bi awayekî çalak beşdarîyê li hewildanên aştîyê bike.’’ Draghi got.
Wî dîyar kir ku hewildanên dîplomatîk gava Moskow bixwaze wê bi ser kevin.
Serokwezîrê Îtalya got bi qasî ew dibîne, Putin bala xwe daye ser standina pirtir axên Ukrayna.
Rûsya di 24'ê Sibatê de dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ew ji wê çaxê vir ve bi bertek û toleyên welatên Ewrupî û Amerîka re rûbirû maye.
Di rojên borî de Amerîka jî ji Çînê xwestibû ku ser dagirkirina Ukrayna piştgirîyê Rûsya.