Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya jibo Ukrayna Paketeke Nû ya Alîkarîyê Hazir Dike


Du jêderên dîplomatîk dîyar dikin ku Îtalya jibo Ukrayna paketeke nû ya alîkarîyê hazir kiriye.

Bi paketa nû ya alîkarîyê hikûmeta rastgir ya Îtalya ya bi serokwezîrîya Giorgia Meloni piştgirîya xwe ya jibo Kîevê careke din nîşan da.

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir û ji wê demê vir ve Îtalya jibo Kîevê 9 paketên alîkarîyê pejirandin.

Jêderên dîplomatîk, ku naxwazin navên wan eşkere bibin, dibêjin hikûmet dikare heta dawîya vê mehê qebûl bike.

Wan jêderan hûrgilîyên paketa nû ya alîkarîyê nedan.

Meloni dawîya 2022’yan re hat ser kar û bû yek ji alîgirên Kîevê û soz da ku heta dawî li şer were piştgirîya jibo Ukraynîyan bidomîne.

Serokê Giştî yê NATO Mark Rutte îro Sêşemê bang li hevbandan kir ku piştgirîya leşkerî ya jibo Ukrayna zêde bikin.

Rutte dîyar kir ku bi piştgirîya leşkerî ger Ukrayna dest bi danûstandinên aştîyê yên bi Rûsya re bike ewê cîhê Kîevê xurt be.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG