Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Piştî Qedexeya 5 Salan Destûr Dide Çalakiya “Dayikên Şemiyê”


Çalakiyeka Dayikên Şemiyê (Arşîf)
Çalakiyeka Dayikên Şemiyê (Arşîf)

Endamên komeke xizmên qurbaniyên windakirinên bi zorê yên li Tirkiyê, roja Şemiyê li navenda Stenbolê bêyî destêwerdana polîs cara yekem ji sala 2018an ve sekneke protestoyê li dar xist.

Ji nû ve destpêkirina sekna "Dayikên Şemiyê" tê piştî ku wezîrê navxweyî Alî Yerlîkaya roja Çarşemê gotibû "niyeta hikûmetê baş e" û ji bo pirsgirêkê divê çareseriyeke aştiyane bê dîtin. Wî di rûniştina parlamanê de bersiv da pirsên parlamenterên opozisyonê.

Çalakiya komî ya bi tevlêbûna derdora 10 kesan û li Qada Galatasarayê ya nêzî taxa Taksîmê ya li navenda Stenbolê hat lidarxistin, çalakiya 972an e.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em ê dest ji lêgerîna hemû windahiyên xwe bernedin û divê gunehkar bên darizandin û cezakirin."

Polîsên Tirk di sala 2018an de ji Dayikên Şemiyê re gotibûn ku çalakiya wan a ji bo dadmendiyê ji bo xizmên ku di salên 1980 û 90î de bê qeyd hatin revandin an jî binçavkirin – hate qedexekirin û kombûna wan bi avê û gaza rondikrêj belav kir.

Endamên komê di sala 2021an de bi tawana redkirina belavbûnê tevî hişyariyên polîsan derketin dadgehê, û ji pênc salên borî ve, polîs endamên komê her Şemî belav dike û binçav dike, dema ku ew hewl didin protestoya xwe li dar bixin.

Lêbelê Dadgeha Destûra Bingehîn di meha Sibatê de biryar da ku mafê organîzekirina xwepêşandanan a hin endamên komê hatiye binpêkirin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG