Li Stenbolê jinên ku di çarçoveya kempeyna "Jibo Aysel Tugluk 1000 jin" hatin cem hev û jibo azadîya siyasetvana Kurd Aysel Tugluk ji 6 sazîyan re daxwazname şand.
Di daxwaznameyê de, jinan got ku "Em li hemberî jîyana Aysel ya di bin metirsîyê de bêdeng namînin."
Jinên ku jibo Tugluk ya ku li Zindana Kandira ya Kocaelî girtî û roj bi roj pirsgirêkên wê yên saxlemîyê girantir dibin, li ber avahîya Sazîya Posta û Telgrafê (PTT) ya li taxa Kadikoy’ê kom bûn.
Jinan berîya şandina daxwaznameyan yên ji Wezareta Dadê, Wezareta Saxlemî, Sazîya Tipa Edlî (ATK), SerokatÎya Meclîsê, Yekitîya Doktorên Tirk (TTB) û Yekitîya Baroyên Tirkîyê (TBB) re bişînin li ber avahîya PTT’ê daxuyanîyeke dan.
Herwiha berîya daxuyanîyê endama "Jin bi hev re bi hêz in" Ferîde Eralp pêşîn axivî û destnîşan kir ku armanca wan azadîya Tugluk e.
"Tevî raportên ku dibêjin Tugluk nikare di zindanê de bimîne jî hîna girtî ye. Li hemberî vê yekê em îro li vir bang li muxatabên wan ên wekî Wezareta Dadê, Wezareta Saxlemî, Sazîya Tiba Edlî (ATK) û Meclîsê dikin ku li gorî exlaq û hiqûqa saxlemîyê tevbigerin. Em bi şandina daxwaznameyên jibo Tugluk bo girtiyên nexweş deng derdixin.”
Piştre Seroka Komela Dema Jinê, Dîlek Başalan, daxuyanîya hevbeş xwend û wê hem bal kişand ser rewşa girtîyên nexweş hem jî dîyar kir ku ji 54 welatan jin piştgirîyê didin kempeyna berdana Tugluk.
“Berdana girtîyên nexweş li gor qanûn û peymanên netewî û navnetewî û di heman deme de li gor mafên mirovan jî pêwîstîyek e. Raportên ku ji alîyê sazîyên saxlemîyê yên rayedar ve yên di tê de têne gotin ku Tugluk ‘Nikare di zindanê de bimîne’ pêwîste werin dîtin.”
Bi qedandina daxuyanîyê jinan bi bi çepik û tililîyan daxwazname ji sazîyên pêwendîdar re şandin.
Hêjayî gotinê ye ku sîyasetvana Kurd Tugluk ku dema parlementera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) bû, di sala 2016’an de hatibû girtin. Ew ji 5 salan zêdetir e di zindanê de tê girtin.
Li ser nexweşîya Tugluk pêşîn Nexweşxaneya Zanîngeha Kocaelî ragihandibû ku Tugluk bi nexweşîya 'demans'ê ango “nexweşîya jibîrkirinê” ketiye û di raporta hatibû amadekirin de dihat gotin ku nexweşîya demans ya Tugluk dibe ku pêş bikeve. Lê li beramberî vê yekê Sazîya Tip a Edlî (ATK) ya Îstenbul’ê raporta nexweşxaneya Zanîngeha Kocaelî red kiribû û sazîyê ragihandîbû ku "Tugluk bi tenê serê xwe dikare jîyana xwe bidomîne."
Li alîyeke din ve jî ATK'ê li ser daxwaza dadgeheke Enqere biryar daye ku Tugluk ji hêla doktoran ve careke din were dîtin û raporta nexweşîya demansê destnîşan dike jinûve were nirxandin.