Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu Hikûmeta AKP'ê ser Plana jibo Koçberan Rexne Dike


Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu da zanîn ku li Stenbolê bi qasî 2.5 mîlyon penaber hene û got ku bajar vê rewşê ranake.

Îmamoglu îro Pêncşemê li Almanya di civîneke karsazên Tirk de dîyar kir ku nifûsa fermî ya Stenbolê 16 mîlyon e û wisa 17-18 ji sedê nifûsê dibe penaber û got ku ew yek hem li penaberan hem jî li Stenbolê neheqî ye.

‘’Hikûmeta dewleta Komara Tirkîyê di mijara penaberan de xirabî kiriye. Wê jibo hatina penaberan çepik lêxistin û çepik dan lêxistin.’’

Îmamoglu dîyar kir ku jiber pêlên mezin yên koçberan ew nizanin ku li welêt çiqas penaber û koçberên ne qanûnî hene û got ku rewş roj bi roj xirabtir dibe.

Wî got ku êdî li welatên Ewrupa yên wek Îtalya, Fransa û Almanya jî pêla penaberan heye û dîyar kir ku divê ew ser vê mijarê danûstandinê bikin û çareserîyê bibînin.

Îmamoglu, di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) bû û jibo Bajarvanîya Stenbolê jinûve hat hilbijartin.

CHP, Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya desthilatdar ser sîyaseta hember koçberan rexne dike û îdia dike ku ew partî derîyan li koçberan vedike.

Li Tirkîyê herî zêde koçberên Sûrî hene ku li gor raporta Gulana 2024’an ya Wezareta Navweyî hejmara wan 3,115,536 e.

Wezaret dîyar dike ku koçberên Sûrî herî zêde li Stenbol, Entab û Ruha dijîn.

Karbidestên AKP’ê hin caran ser vegera koçberên Sûrî daxuyanîyan didin, lê ew dibêjin ku ew nikarin wan bi darê zorê vegerînin.

Jêder: Gazete Oksijen, Komeleya Penaberan

XS
SM
MD
LG