Di hilbijartinên 31'ê Adarê de Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi 778 şaredarîyan herî zêde şaredarî bi dest xistin, lê AKP''ê li sê bajarên mezin hinda kirin.
Bi taybetî heta niha bajarê herî mezin yê Tirkîye, li Stenbolê encam hîn ne dîyar e. Li gor encamên ne dawîn, li Stenbolê berbijarê Tifaqa Mîlet Ekrem Îmamoglu bi 21,502 dengan li peşîya berbijarê Tifaqa Gel Bînalî Yildirim e.
Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya Tirkîyê destnîşan kir ku berbijarê Tifaqa Mîlet Ekrem Îmamoglu qezenç kir, lê Tifaqa Gel ji vê daxuyanîyê nerazî ye.
Parlamantere CHP'ê yê Entabê Bayram Yilmazkaya dibêje ku ew Îmamoglu bi 20.000 dengan ev hilbijartin qezenç kiriye.