Li ser şerê Îsraîlê û Hamasê salek borî. Di 7’ê Cotmeha 2023’yan Hamasê êrîş bir ser Îsraîlê. Piştî vî jî Îsraîlê bersîva Hamasê da û li Gazayê encamên rûxandî derketin holê û rageşîya ku pêk hat jî pekîya Lubnanê û ev yek jî hê berdewam dike.
Di nav saleke de di navbera Îsraîl-Hamas, Îsraîl-Hîzbûllah, Îsraîl-Îran’ê de pozberîyên germ pêk hatin. Lê rêrîşên Îsraîlê car caran li ser Sûrîyê jî xwe dîyar kir.
Her çiqas di navbera Îsralîl û Tirkîyê re pozberîyên germ çênebin jî lê di nav Tirkîyê de li hemberî Îsraîlê şereke sar û dîplomatîk her gav pêk hat. Di navbera Tirkîyê û Îsraîlê de bazirganî hate qutkirin. Bi destê desthilatîya Tirkîyê li hemberî Îsraîlê gelek çalakîyên girseyî pêk hatin.
Analîstê fînansê Îslam Memîş, ji Dengê Amerîkayê re ev helwesta Tirkîyê û encama pêk hatî wiha şîrove kir:
“Berî 7’ê Cotmehê, di warê bazirganî de di navbera Îsraîl û Tirkîyê de hevkarîyên baş hebûn. Bazarên bazirganî baş bûn û em di nav hevkarîyeke erênî de bûn. Girjînên ku di demên dawî de pêk hatin, bazirganîya Tirkîyê û Îsraîlê bi awayekî resmî hate qût kirin. Ev yek jî têkilîyên Tirkîyê û Îsraîlê berbi xirabûnê ve bir.”
Li gor hin daneyan di êrîşên Hamasê de 1.200 Îsraîlî ku piranîya wan sivîl bûn jîyana xwe ji dest dan û ji alîyên mîlîtanên Hamasê ve 250 kes jî dîl hatin girtin.
Operasyonên berfireh yên hewayî û bejayî yên Îsraîlê yên li dijî Gazayê ku jibo tolhildana vê êrîşê dest pê kirin. Heta niha tê ragihandin ku 41 hezar Filîstînî jîyana xwe ji dest dane û li gor karbidestên tenduristîyê jî tê ragihandin ku li Gazayê 97 hezar kes bîrîndar bûne.
Jêderên ku behsa rewşa Gazayê dikin didin zanin ku di nav saleke de gelek pirsgirêk li vê qadê derketine holê, wekî xarin, ava paqij, derman û hin jî, li herêma werankirî, bi zehmetîyên mezin re rû bi rû mane û qeyrana mirovî li vê qadê her ku diçe kurtir dibe.
Bertekên vî şerî li ser Tirkîyê jî giran bûn. Tirkîye di dawîya sala 2023’yan bi Îsraîlê re rû bi rû ma. Bi taybet opozisyonê hikûmeta Tirkîyê bi berdewamkirina bazirganîyê, ku bi Îsraîlê re dike, tewanbar kir. Di encama zextan de di 9’ê Nîsana 2024’an de Tirkîyeyê ixracata 54 komên berheman ya jibo Îsraîlê sînordar kir. Paşê, di 3’yê Gulanê de, hikûmeta Tirkîyê bi temamî bazirganî bi Îsraîlê re rawestand.
Rojnamegerê lêkolînvan Metîn Cîhan ji Dengê Amerîka re radigîhîne ku di navbera Îsraîlê û Tirkîyê de bi avakirina kompanyayên navendî bi awayekî ne rasterastbejî ev bazırganî hê jî berdewam dike.
“Tirkîyê gava bazirganî rawestand Îsraîlê jî yekser bersîva Tirkîyê da û rawestand. Lê divîyabû ku bi awayekî bazirganî berdewam bikira, ji ber ku pola, çîmento, madeyên xam, xwarin, cil û berg û gelek pêdivîyên din yên Îsraîlê ji alîyê me ve dihatin bicîanîn. Îsraîlê jî îthalat ji Tirkîyê qedexe kir, lê destûr da ku ew keştîya ku ji Filîstînê ye berdewam bike. Keştî ji alîyê kompanyayê navber ve li bendera radiwestin û kelûpel radestî Îsraîlê dikin. Kompanyaya ku li Filîstînê hatîye avakirin ji sedî 3-4 komîsyon digre.”
Rêberê sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Hanîye li Îranê ji alîyê Îsraîlê ve hate kuştin. Li Lubnanê jî di êrîşeke bi heman rengî de rêberê Hizbûllahê Hasan Nesrellah jî hate kuştin. Îsraîlê li ser Lubnanê jî dest bi êrîşê kir û li ser gelek bargehên Hîzbûllah ve bombe barand.
Gefên Îranê û Îsraîlê li ser hev zêde derketin pêş. Îranê du car bi mûşekên balîstîk û dronan êrîşî Îsraîlê kir, di heman demê de êrîşên Hizbûllah jî li ser Îsraîlê pêk hatin. Îsraîl jî ana li Lubnanê hemû cî û warên Hîzbûllahê dixwaze ji holê rake, û her roj paytaxta Lubnanê jî têde bombebarandinê didomîne.
Pisporê Rojhilata Navîn Oytun Orhan ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku nakokîyên Îsraîl û Hamasê bandor li ser herêmê pêk anîye û bi taybet bi zêdebûna girjîya li Lubnan, Sûrîye û Yemenê re metirsîya veguhertina şerekî herêmî zêde dike.
“Dema ku em li serdema berîya 7’ê Cotmehê dinêrin, em di rewşeke taybet de derbas bûn, ku ew dem li herêmê rageşî pir kêm bû. Pêvajoyên asayîbûnê hatin jîyîn û bendbendî kêm bûn. Di heyama saleke de yek ji geşedanên herî girîn zêdebûna metirsîya şerê herêmû bû. Rageşîya di navbera Îsraîl û Hamasê de, ku li Gazayê dest pê kir, hêdî hêdî belav bû. Bi taybet li Lubnan, Sûrîye, Îraq, Behra Sor, û Yemenê krîz her ku diçe zêde dibe. Em ana bi şereke herêmê re rû bi rû ne.”
Hêjayî dîyarkirinê ye ku ev şer li ser Kurdan ji bandoreke mezin vedide. Li gor rayedarên Tirkîyê armanca Îsraîlê û Amerîka ewe ku Kurdistaneke mezin dixwaze damezirîne. Ji ber vî jî rewşa Kurdan, Tirkîye di serî de, di nav dewletên Rojhilatanavîn de di bin xetereyê de ye. Çend roj berî şerê Îsraîl û Hamasê Tirkîyê hemû tesîsên Rojava (Başûrê Sûrîyê) bombebaran kiribû. Piştî şerê Îsraîlê û Hamasê ku destpêkir Îranê jî bi mûşekên balîstîk raste rast êrîşî ser Helwlêrê kiribû.
Parlementer û Hevberdevkê Komîsyona Karê Derve yê DEM Partî Berdan Ozturk, ev qewimandinên pêk hatî ji Dengê Amerîka re wiha ragihand:
“Tirkîye hebûna xwe li ser tune hesibkirina gelê Kurd damezirindîye. Îrade û nasnameya gelê Kurd xistîye bin destê xwe û nanase. Me ev yek li Rojava baştir dît. Rojava ti xirabîyek ji Tirkîyê re nekirîye, lê Tirkîyê bi dehan car êrîş bir ser Rojava û hemû cî û warên gelê Kurd rûxand. Îro Îsraîl li Gazayê, Lubnanê çi dike Tirkîye jî heman tişt li ser Kurdan dimeşîne.”