Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xeterîya Belavbûna Şerê Îsraîl û Hamasê di Panelekê Washingtonê de Hat Nirxandin


Wêneyek ku ji bajarê Sderot yê li başûrê Îsraîlê hatiye kişandin, ku êrîşekê Îsraîlî ya ser Gaza nîşan dide, 23 Cotmeh, 2023.
Wêneyek ku ji bajarê Sderot yê li başûrê Îsraîlê hatiye kişandin, ku êrîşekê Îsraîlî ya ser Gaza nîşan dide, 23 Cotmeh, 2023.

Dema ku di roja 17’an de, şerê Îsraîl û Hamasê bi rengekî tund ya metirsîdar didome, gelek pispor ser berfirehbûn û belavbûna şer li serenserî Rojhilata Navîn hişyarîyan didin.

Di civîneke Enstîtuya Brookings ya li Washingtonê de, Profesorê Aştî û Pêşveçûnê li Zanîngeha Maryland, Shibley Telhami ragihand ku bo niha îhtîmaleke xurt ya belavbûna şer heye.

“Em dibînin ku desthilatdarên Ereb tiştên bi gelemperî nabêjin, dibêjin. Wek Melikê Urdunê ku got ku li gor Rojava jîyana Filîstîyan ne wekhevê jiyana Filîstînîyan e. Ev têgiheştina cihana Ereb e ku metirsîya bingehîn e, “ Prof. Shibley got.

Hizbullaha Lubnanê êrîşî çeperên Îsraîlê yên heremên sînorî dike, hevdem Îran û Hizbullah hişyarî didin ku pêkan e ku ew beşdarî şer bibin.

Hevdem, êrîşên ser bingehên leşkerî yên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê zêde bûne ku tê bawer kirin komên girêdayî Îranê pêk tînin, dema ku Îsraîl jî armancên li Kenara Rojava, Lubnan û Sûrîye dixe.

“Ev hawirdor jî pêkana alozîyeke şerker ya li heremê zêde dike û derfet û dide hin kom û alîyan, “ Prof. Shibley got.

Pisporê Rojhilata Navîn Sachs jî agihand ku Îsraîl ne welatê di 6’ê Cotmehê ya berîya êrîşa Hamasê ye û got ku Îsraîl ev êrîş wek gefeke ser hebûna xwe dinirxîne.

“Loma di 7’ ê Cotmehê de stratejî û pêşîtîya Îsraîlê bi bingehîn guherîne. Her çiqas jimara sivîlan pir bilind be, asta weranbûna Gaza bêsînor be jî, Îsraîl wê şer bidomîne, “Sach got.

Pispor Sachs bawer dike ku stratejîya nû ya Îsraîlê li gor xwe tunekirina Hamas û pûçkirina gefa ser nifşên ciwan yên Îsraîlî ye, tevî ku encam ne zelal e.

Di nav vê krîzê de, Serokê Amerîka Joe Biden di 18’ê Cotmehê de serdana herêmê kir da ku piştgirîya xurt ya ji Îsraîlê re nîşan bide.

Plansazîya wî ya bo Hilcivîneke bi rêberên serekî yên Ereb re, jiber êrîşa li Nexweşxaneya li Gaza têk çû, ku bi sedan kes mirin.

Li gor Prof. Shibley piranîya cîhana Ereb ser helwesta Revebirîya Biden pir bi hers e , jiber ku ew bawer dikin Washington di berjewendîya Tel Avîvê de, bi alî tevdiger e.

Sach jî bal kişand ser hevkarîya stratejîk ya tevahîya Revebirîyên Amerîkî bi Îsraîlê re, bi taybet jî nêzîktîya kesane ya Serokê Amerîka Joe Biden.

“Revebirîya Biden wê di hemû waran de alîkarî û hevkarîya bi Îsraîlê re heta dawî bidomîne. Di berdêla alozîyeke heremî de jî,“ wî got.

Sach dîyar kir ku Amerîka peyameke zelal dişînê ji alîyên ku li heremê hizra tevgerên hemberî Îsraîlê dikin.

“Bi daxuyanîyên leşkerî û ya herî girîngtir bi xistina roket û dronên ji Yemen, li Îraq û Sûrîyê ser bersîva xwe ya leşkerî de, peyameke pir eşkere dide ku wê siberojê de çawa tevbigere, “ Sach got.

Hejayî gotinê ye ku li gor karbidestên Filîstînî heya niha herî kêm 4747 kes li Gaza û Kenara Rojava hatine kuştin û zêdetirî 15104 jî birîndar bûne.

Li gor artêşa Îsraîlê jî di êrîşa Hamasê de 1400 kes hatine kuştin û zêdetirî 200 kes hatine ravendin ku nav de bîyanî jî hene.

XS
SM
MD
LG