Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Payebilind yê Hamasê di Êrîşeke Dronî ya Îsraîlê de li Beyrutê Hat Kuştin


Piştî peqîna li taxa Beyrutê ya Dehiyeyê de, avahîyeke ku xira bûye, 2 Rêbendan, 2024.
Piştî peqîna li taxa Beyrutê ya Dehiyeyê de, avahîyeke ku xira bûye, 2 Rêbendan, 2024.

Ajansa nûçeyan ya Reuters ragihand ku karbidestê payebilind yê Hamasê Salih el-Arûrî îro Sêşemê di êrîşeke dronî ya îsraîlê de li Beyrutê hatiye kuştin.
Reutersê ev agahî ji zarê sê jêderên ewlekarîyê ragihand.

Arûrî endamê polîtburoya Hamasê û herwiha yek ji damezrînerên baskê wê yê leşkerî, Tugayên Qassim bû, ku di 7ê Cotmehê de êrîşê Îsraîlê kiribû.

Amerîka sala borî jibo bi destxistina agahîyên ser Arûrî 5 mîlyon xelat eşkere kiribû.

Berpirsekî Hamasê li Beyrutê Hat Kuştin
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:54 0:00

Hamas bi rêya televîzyona xwe û radyo El-Aqsa ya komê kuştina Arûrî piştrast kir û got ku ew di peqînekê ya li taxa Dahiyeh ya başûrê Beyrutê hatiye kuştin.

Hamasê ser kuştina Arûrî soza tollhildanê da got ku kuştina cîgirê komê wê "berxwedana wêrek ya berdewam" li Gaza têk nebe, ku milîtanên komê û hêzên Îsraîlî şer dikin.

Endamê polîtburoya Hamasê Îzzet El-Şerq jî kuştina wek Arûrî wek êrîşekê tirsonek bi nav kir.

"Ev bûyer têkçûna tam ya dijmin di gihêştina aher yek ji armancên xwe yên êrîşkar li Kenara Gazayê careke din piştrast dike," wî got.

Ajansa Nûçeyan ya Neteweyî ya Lubnanê (LNA) ragihand ku di êrîşeke dronî de ofîsa Hamasê ya li Dahiyeh hatiye armanc kirin û di encamê herî kêm 6 kes hatine kuştin û jimareke din jî birîndar bûne.

Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Necîb Mikatî peqîn wek "tawaneke nû ya Îsraîlê" şermezar kir û wî bûyer mîna hewlek ku Lubnanê bikşîne nava şer, nirxand.

Îsraîlê heya niha di derbarê peqînê de ti daxuyanî nedaye. Ser daxwaza şirovekirinê ji Reutersê, artêşa Îsraîlê got ku ew bersîvê nadin nûçeyên medya biyanî.

Mark Regev, şêwirmendê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ji MSNBC re got ku Îsraîlê pirsiyarîya vê êrîşê ranegihandîye.

" Lê kê êrîş pêk anîye divê eşkere be: Ev êrîş ne êrîşek dijî dewleta Lubnanê ye," Regev got.

Tevî Dahiyeh taxên başûrî yên Beyrutê asêgeha Hîzbullahê ya ku Îran piştgirîyê dike ne.

Hîzbullah ya ku hevbendê Hamasê ye, ji destpêka şerê li Gaza û vir ve, bo piştgirîya çekdarên Hamasê bi hezên Îsraîlî re li ser sînorê başûrê Lubnanê guleyan pevdiguherînên.

Li gor jêderên Hizbullah û ewlekarîyê, ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên esmanî û topbaranên Îsraîlê de zêdetirî 100 çekdarên Hizbullah û nêz 20 sivîl, ku nav da zarok, pîr û çend rojnamevan jî hene, hatine kuştin.

Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG