Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi daxuyanîyeke ragihand ku jibo gotûbêjkirina "mijara berdana dîlên"di destê Hamasê de, wê îro Sêşemê bi sê civatên girîng yên biryardanê re civîn werin lirin.
Di daxuyanîyê de hat dîyar kirin ku civata wezîran ya kabîneya şer ya Netanyahu wê di 6’ê êvarê de bicive, piştre jî wê civînên kabîneya ewlehîyê ya berfireh û ya tevahî kabîneyê pêk werin.
Ofîsa Netanyahu pirtir hûrgilî eşkere nekir, lê biryarên girîng yên hikûmetê divê ji hêla van sê civatên serekî ve werin pejirand.
Civîn di demekê de tên ku karbidestên koma milîtan Hamasê dibêjin dibe ku di demeke pir nêz de bi Îsraîlê lihevkirineke çê bibe, ser agirbestekê li Gaza û di berdêla girtîyên Filîstînî de, azadkirina dîlên di destên komê de.
Ofîsa wî herwiha da zanîn ku Netanyahu îro di serdana komeke hêzên Îsraîlî de ragihandiye ku di warê azadkirina dîlên di destê Hamasê de pêşveçûn hene.
"Em pêşveçûnê bi dest dixin. Ez hêvî dikim ku wê di demek nêz de nûçeyên baş werin ragihandin," wî got.
Tê ragihandin ku li gor lihevkirina Îsraîl û Hamasê, çaverê ye ku derdora 50 dîlên di destê Hamasê di berdela nêzî 150 girtîyên jin û temenpbiçûk yên Filîstînî ji girtîgehên Îsraîlê werin berdan û herwiha li Gaza bo çend rojan agirbestek were navberdayînek şer pêk were.
Jêder:Reuters, AP