Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Derbarê Dagîrkariya li Sûriyê Berisva Tirkiyê Dide


Gideon Saar Wezîrê Derve yê Îsraîlê
Gideon Saar Wezîrê Derve yê Îsraîlê

Wezareta Derve ya Îsraîlê bersiva daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê ya derbarê kontrolkirina çend deverên li ser sînorê Sûriyê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve da.

Tirkiye dibêje, ew bi tundî kiryarên Îsraîlê şermezar dike, Îsraîl jî dibêje ew welatê dawî ye ku behsa dagîrkirina Sûriyê dike.

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê got: "Tirkiye bi awayekî sîstematîk êrîşî xaka Sûriyê kiriye û ev pêvajo di salên 2016, 2018, 2019an da dest pê kir û heta îro dewam dike. Jibo komên çekdar yên ku li ser navê wê tevdigerin, wekî Artêşa Neteweyî ya Sûriyê, herêm ava kir.

Nêzîkî 15% ji axa Sûriyê niha di bin kontrola hêzên Tirkiyê de ye li herêmên ku lîreyên Tirk lê tê bikaranîn û bank û postexaneyên Tirkî kar dikin û piştgirî dide wan.

Her wiha artêşa Tirk bi balafirên şer, balafirên keşfê, û dronan binesaziya Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike.

Tirkiye piştgiriyê dide hêzên cîhadîst ên li Sûriyeyê li dijî Kurdan dixebitin.

Daxuyaniya Wezareta Derve ya Îsraîlê dibêje, "Tirkiye ya ku ji sedî 15ê axa Sûriyê di destê wê de ye. Ti behanek tuneye ku Tirkiye destdirêjî û tundiya xwe li ser Kurdên Sûriyê bidomîne."

Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Duşemê di daxuyaniyekê de gotbû "Em biryara Îsraîlê ya berfirehkirina niştecihbûnên li Girên Golanê yên ji sala 1967an vir ve hatiye dagirkirin bi tundî şermezar dikin."

Daxyunaî dîsan dibêje ew hewildanên Îsraîlê nerewan e û dibin sedema nerihetî û bê ewlehiyê li Sûriyê.

XS
SM
MD
LG