Îsraîlê sibeha Pêncşemê êrîş bir ser bender û binesazîya enerjîyê li beşên Yemenê yên bin kontrola Hûsîyan.
Artêşa Îsraîlê got ku wê muşekeke ku ber bi navenda Îsraîlê ve hatibû avêtin, têk birîye, lê parçeeyeke wê dibistaneke li bajarokê Ramat Efal hilweşandîye.
Di êrîşa Îsraîlê de ku 14 firokên şerker û firokên din beşdar bûn, benderên Salif û Ras Îsa û paytext paytext Sana xistin, berdevikê artêşa Îsraîlê Lîwa Albay Nadav Şoshanî ji rojnamevanan re got.
Televîzyona El Masîra, televîzyona serekî ya nûçeyan ku ji alîyê Hûsîyan ve tê rêvebirin, got ku di êrîşên Îsraîlê de 9 kes kuştin, 7 li Salif û 2 li kargeha petrolê ya Ras Îsa, her du jî li rojavayê Hudeyda ne.
Li Sanaa, di êrîşan de du santralên navendî yên elektrîkê li başûr û bakurê paytext Sana kirin armanc, ku El Masîra got ku elektrîka bi hezaran malbatan qut bûye.
Wezîrê berevanî yê Îsraîlê, Îsraîl Katz jî got ku ewê bersîvdana êrîşên Hûsîyan bidomînin.
"Ez rêberên rêxistina terorîst ya Hûsîyan hişyar dikim: wê destê dirêjî Îsraîlê br, were jî kirin, kî zararê bide wê heft caran zararê bibîne," Katz di peyama xwe ya li ser platforma X de got.
Hûsî ji Mijdara sala borî ve êrîşan dibin ser keştîyên navneteweyî yên li nêzîkî Yemenê ku dibêje di Îsraîlê şerê bi Hamasê re li Gaza, piştvanîya Filîstînîyan dike.
Hûsîyan got ku wan di heman şevê de bi du muşekên balîstîk avêtine bajarê Tel Avîv yê Îsraîlê û li xalên girîng yên leşkerî xistine.
Hûsîyan herwiha dîyar kir ku wê bersîva êrîşên Îsraîlê bidin.