Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê Dibêje Îsraîlê Êrîşî Kamyonên Alîkarîya Mirovî bo Lubnanê Kiriye


Dîmenek ji êrîşekê ser Sûrîyê (Arşîv)
Dîmenek ji êrîşekê ser Sûrîyê (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya dewleta Sûrîyê SANA îro Yekşemê ragihand ku Îsraîlê êrîşeke esmanî biriye se kamyonên li başûrê Humsê ku kelûpelên bijîşkî û alîkarîyên mirovî dibirin Lubnanê.

Ajansê ji zarê karbidestên bajarê Humsê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de ziyanên madî çêbûne, ti kargeh nehatine armanckirin û dengê teqînê ji encama lêdana Îsraîlê derketiye.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku Îsraîlê êrîşeke esmanî biriye se kamyonên li Sûrîyê ku alîkarîya mirovî dibirin Lubnanê, ku di encamê de kamyon wêran bûn û sê xebatkarên alîkarîyê birîndar bûn.

SOHR dîyar kir ku Îsraîlê " bi sê mûşekan ew êrîş asmanî pêk anîye, dijî sê kamyonên ku xwarin û pêdivîyên bijîşkî barkirî bûn, li nav kargeheke otomobîlên Îranê ya li başûrê Humsê."

"Kamyonên ji Îraqê derbazî nava Sûrîyê bûbûn da ku alîkarîyên mirovî bibin ji gelê Libnanê re" ku jiber êrîşên Îsraîlê bandor bûne, çavdêrîyê got..

Roja Înê, Lubnanê got ku jiber êrîşeke esmanî ya Îsraîlê li ser sînorê Sûrîyê rêya sereke ya navneteweyî qût bûye, ya ku her du welatan bi hev ve girê dide.

Îsraîl di van rojên dawî de gelek caran devera sînorî kiriye armanc, ku dibêje Hîzbullah çekan ji Sûrîyê ji ser sînor re derbaz dike.

Îsraîl ji destpêka şerê navxweyî yê wî welatî di 2011an de, li Sûrîyê bi sedan êrîş pêk anîne, ku bi gelemperî çeperên artêşê û çekdarên Îran piştgirîya wan dike, di nav wan de yên Hîzbullahê dike armanc..

Karbidestên Îsraîlî kêm caran li ser êrîşên li Sûrîyê daxuyanîyan didin, lê bi berdewamî dibêjin ku ewê rê nedin dijminê mezin Îranê ku hebûna xwe ya li Sûrîyê berfireh bike.


Jêder: Reuters, AFP

XS
SM
MD
LG