Wezareta saxlemî û ajansa berevaniya sîvîl yên Gazayê ragihand ku hejmara kuştîyên êrîşên Îsraîlê yên li ser kampeke Filîstînîyên derbider li nêzî bajarê Refahê gihîştîye 45 kesan.
Berdevkê wezareta saxlemîyê li Gazayê ku di bin kontrola Hamasê de ye Eşref El-Qidra got ku di êrîşa Îsraîlê de, herî kêm 45 Filîstînî hatine kuştin
û bi dehan kes jî birîndar bûne, ku piranîya wan jin û zarok in.
Êrîş li taxa Tel El-Sultan li rojavayê Refahê pêk hat ku bi hezaran Filîstînî revîyabûn wê heremê, piştî ku Îsraîlê berîya du hefteyan dest bi êrîşa bejayî kir û fermana valakirina herêmên rojhilata bajêr da.
Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor got ku nexweşxaneya wê ya li Refahê gelek qûrbanîyên êrîşê û nexweşxaneyên din jî jimareke mezin ya nexweşan werdigirin.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî jibo Penaberên Filîstînî (UNRWA) dîyar kir ku raportên êrîşên li ser malbatên ku li Refahê li başûrê Kerta Gaza li stergehan digerin, "hovane" ne.
"Raportên kuştinên komî hene ku di nav de zarok û jin jî hene. Gaza dojeha li ser rûyê erdê ye. Wêneyên şeva borî jî şahidiyeke din ya vê yekê ye," UNRWA got.
Karbidestê payebilind yê Hamasê Samî Ebû Zuhrî êrîşa li Refahê wek "komkujî" bi nav kir û got ku Amerîka berpirsyarê êrîşê ye, jiber ku bi çek û pereyan piştgiriyê dide Îsraîlê.
Dîmenên êrîşa êvara Yekşemê li ser Refahê, wêranîyeke mezin ya li bajêr nîşan didin.
Yek ji birîndarên êrîşê li nexweşxaneya Kuweytî li Refahê ji Reutersê got ku "êrîşên esmanî kon şewitandin, kon dihelin û laşên xelkê jî tê de dihelin."
Artêşa Îsraîlê (IDF) dîyar kir ku di êrîşa esmanî de bingeheke Hamasê hatiye armanc kirin û li gor "îstixbarata guncaw" hatiye kirin.
IDF ragihand ku di êrîşê li taxa Tel El-Sultan de, serfermandarê Şerîeya Rojava ya Hamasê û berpirsekî din yê payebilind ku yek ji kesên li pişt êrîşa dijî Îsraîlê ye, hatine kuştin
"Haya IDF'ê ji raportan heye,yên ku dibêjin di encama êrîşê û şewata ku derketîye de gelek sivîlên li herêmê zarar dîtine. li ser bûyerê lêkolîn tê kirin."
Serdozgerê leşkerî yê Îsraîlê Tomer Yerushalmi êrîşa li kampa Refahê wek "pir cidî" pênase kir û got ku lêpirsîna piştî bûyerê ji aliyê hêzên çekdar ve didome.
"IDF bir xemgîn e, jiber zarardayîna kesên ne-şerker di dema şer de."
Berdevkê Heyva Sor ya Filîstînî dîyar kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Tel-Sultan ku 2 kîlometre li bakurê rojavayê navenda bajarê Refahê ye didomin û dibe ku jimara kuştîyan zêdetir bibe.
Heyva Sor got ku herema hatiye êrîş kirin, ji alîyê Îsraîlê ve wek "herêma mirovî" hatib û ragihandin û destnîşan kir ku kampa li Tel-Sultan di nav wan herêmên ku Îsraîl dixwaze werin valakirin de , nîne.
Êrîşa Îsraîlê evara roja Yekşemê pêk hat , piştî ku Hamasê ji Refahê 8 roket avêtin ser Tel Avîvê ku ji meha Rêbendanê ve êrîşa yekê ya Hamasê bû navenda Îsraîlê armanc kir. Refah qasî 100 km li başûrê Tel Avivê ye.
Îsraîlê got ku piranîya roketan hatine xwistinê xwarê û tenê 2 jinên Îsraîlî dema diçûn stargehê birîndar bûne.
Tûgayên Îzzedîn El-Qassim yên Hemasê di nivîsa xwe diyar kirin ku wan "wek berteka li hember komkujîyên Siyonîst yên dijî sivîlan, Telavîvê bi roketên mezin armanc kirine
Gelek rexistinên navneteweyî û welatên cîhanê jî îro êrîşa Îsraîlê ya li ser kampa li Tel-Sultan şermzar kirin û herwiha banga rêzgirtina hiqûqa navneteweyî û agirbestek lezgîn ya li Gaza kirin.
Wezareta Saxlemîya Gaza dibêje ku di şerê Îsraîlê yê li Gaza de herî kêm 35 hezar û 984 Filîstînî hatine kuştin û 80 hezar û 643 jî birîndar bûne.
Li gor ragihandina Îsraîlê jî di êrîşên 7’ê Cotmehê yên bi pêşengîya Hamasê de, hezar û 170 Îsraîlî hatin kuştin û 250 kes wek dîl hatine revandin û 132 jî winda ne.
Jêder: VOA, Reuters, AFP