Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê Dibêje Hêzên Wê Muşek û Dronên ji Yemenê Sekinandin


Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê roja Înê muşek û droneke ji Yemenê hatine firandin xistine xwarê.

Wê artêşê ji kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku ‘’muşekeke ku ji Yemenê hatiye firandin û ketiye axên Îsraîlê hatiye sekinandin.’’

Li gor ragihandina artêşê muşek li Modi’in ya li navenda Îsraîlê ketiye û ew bi rapora ser parçeyên şarapnelê vekolînê dikin.

Magen David Adom, ku li Îsraîlê xizmetên saxlemîyê dide, ragihand ku wê gelek kesên jiber reva bi tirs birînda bûne û panîk atak derbaz kirine derman kirine.

Çend saetan piştî daxuyanîya pêşî, artêşa Îsraîlê ragihand ku wê droneke ji Yemenê hatiye firandin xistiye.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku dron berî derbazî axên welêt be hatiye pûç kirin.

Îsraîlê do Sêşemê jî ragihandibû ku wê muşekeke ji Yemenê hatiye firandin sekinandiye.

Piranîya Yemenê di destê serhildayên Husîyên bi piştgirîya Îranê de ye ku ew ji şerê Hamas û Îsraîlê vir ve dibêjin ew destekê didin Filîstînîyan û muşek û dronan difirînin ser Îsraîl û gemîyên li Deryaya Sor û Kendava Adenê.

Husîyan piştî Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê ya bi piştgirîya Îranê meha Mijdarê agirbest ragihand êrîşên xwe zêdetir kirin.

Îsraîlê dawîya Berfanbarê re êrîş bir ser Yemenê û yek ji navendên êrîşê jî firîngeha navneteweyî bû.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG