Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar îro Sêşemê ser berfirehkirina toleyên dijî Îranê pesna Yekîtîya Ewrupa (YE) da.
Saar ji X’ê got ku jibo têkoşîna dijî gefên Îranê gavên wisa hewce ne.
‘’Jibo îstiqrar û ewlekarîya Rojhilata Navîn, Ewrupa û hemî cîhanê Îran gefan çêdike û divê civaka navneteweyî dijî wê gavên wisa biavêje.’’
Wî do Duşemê jî bang li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kiribû ku ser êrîşên çekdarên bi piştgirîya Îranê yên li Îraqê li Bexda zextê çêke.
Saar dîyar kiribû ku hikûmeta Îraqê divê li gor berpirsîyên xwe yên navneteweyî tevigere û êrîşên wan çekdaran bisekinîne.
Ji alîyê din ve, artêşa Îsraîlê îro Sêşemê ragihand ku jiber êrîşên ji Lubnanê li alîyên navîn yên Îsraîlê sîren lêketin.
Artêşa dîyar kir ku li Dan, Sharon, Menashe piştî lêketina sîrenan 5 gule hatine dîtin ku ji Lubnanê derbazî Îsraîlê bûne. Wê artêşê got ku ji wan guleyan hin hatine xistin.
Jêder: AFP