Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Ti Peywendîya Wê bi Bûyerên li Sûrîyê Tuneye


Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari dîyar kir ku ti peywendîya bûyerên li Sûrîyê bi wan re tuneye.

Hagari ji Sky News Arabia re dîyar kir ku ew qewamên li herêmê ji nêz ve dişopînin û got ku ew bi biryar in ku rê li ber Îranê bigirin ku ew di ser Sûrîyê re çekan nebe Lubnanê.

Çekdarên bi piştgirîya Îranê, ku Hizbullah pêşengê wan e, li herêma Helebê xurt in.

Îsraîlê di demên dawî de êrîşên xwe yên dijî bingehên Îranê yên li Sûrîyê zêdetir kirine û wê li Lubnanê jî êrîşên berfireh birin ser Hizbullahê.

Hagari got ku Îsraîl li gor gavên Îranê tevdigere û piştrast kir ku ew bûyêrên li Sûrîyê dişopînin.

Bi berdewamî, Hagari ser agirbesta bi Lubnanê re axifî.

Hagari dîyar kir ku bi agirbesta 60 rojî ew dixwazin bibînin ku li herêmê ‘’bingehên terorî’’ nebînin.

Wî got ku Hizbullahê sala 2006’an peymana lihevkirinê pûç kiriye û dîyar kir ku ew niha dixwazin piştrast bikin ku ew careke din wisa neke.

Jêder: Reuters, Sky News

XS
SM
MD
LG