Medyaya dewletê ya Sûrîyê ragihand ku Îsraîlê îro Sêşemê li Quseyr ya li Humsê êrîş birine ser kargehan û avahîyan.
Li gor ragihandina medyaya dewletê di êrîşê de ti kes birîndar nebûye.
Artêşa Îsraîlê bi daxuyanîyekê ragihand ku hêzên wê êrîş birine ser depoyeke çekan ya Hizbullahê ya li Sûrîyê.
Wê artêşê dîyar kir ku Hizbullahê jibo depokirina çekan herêma Quseyrê bi kar anîye.
Medyaya dewletê hefteya borî dîyar kiribû ku Îsraîlê bi êrîşên li Qusayrê gelek sîvîl birîndar kirine û zarareke madî çêkiriye.
Îsraîlê ser wê êrîşê jî gotibû ku ew êrîşan dibe ser depo û navendên rêvebirina Hizbullahê.
Artêşa Îsraîlê do Duşemê jî ragihand ku hêzên wê li nêzî Şam ya paytext êrîş birine ser navendên îstixbarata wê rêxistinê.
Karbidestên leşkerî yên Îsraîlî dibêjin ku ew dixwazin ku bi wan êrîşan kêmtir çek herin Hizbullaha Lubnanê.
Jêder: Reuters