Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Armanc û Bandora Êrîşên Îsraîlê li Sûrîyê


Israel attack, Syria
Israel attack, Syria

Hevdem ligel tundkirina êrîşên wê li ser Lubnanê, Îsraîl êrîşên xwe ji 26ê Îlonê ve li ser Sûriyê tund kirine.

Gelo sedemên vê yekê çi ne, û ta çi radeyê êrîşên Îsraîlê bandor li ser hebûna Îranê li Sûrîyê kirine, wekî din wê çi bandorê ser herêma kurdên Sûrîyê û Sûrîyê bi giştî bike.

Amarên Êrîşan

Li gorî amarên çavdêrîya Sûrî ya Mafê mirovan (SOHR) ku ji destpêka sala 2024an ve heya 20 Mijdarê, Îsarîlê 152 caran xaka Sûriyê armanc kiriye.

126 ji wan êrîşên asmanî û 26 êrişên bejayî bûn ku têde 273 armacn hatin rûxandin.

Di van êrîşan de 364 leşker û çekdar mîlîşeyan hatin kuştin û 305 ji birîndar bûn.

Îsraîlê ne herdem van êrîşan digre ser milê xwe.

Êrîşa yekem di 26ê Îlonê de vê salê destpêkir, bi destpêkirina êrîşên asmanî yên tund û êrîşên bejayî, bi giranî li ser dergehên sînorî yê fermî û ne fermî yên li ser sînorê Sûriyê-Lubnanê hatin armanc girtin.

Srebazê berê û şîrovekarê rewşa leşkerî li Sûrîyê Ehmed Rehal dibêje ku lîderên û alîgirên Îranê, Cîhada Îslamî û Feyleq El Quds tên armanc girtin her wisa bingehên çêkirina mûşekên Îranê li Sûriyê hatin rûxandin.

Li gorî Rehal ku Îranê li Sûrîyê lawaz bû ye.

"Îranê generalên xwe yên payebilind ji Sûrîyê derxistin," Rehal got.

Qonaxek Nû ya Êrîşan li Sûrîyê Destpêkir

Di dawîya Îlona derbasbûyî de dironek Îsraîlê xalek li Yaafûra gundewarê Dîmeşeqa paytext li Sûrîyê ku cihê rûniştina birayê serokê Sûrîyê Mahir Esed, ku fermandarê firqeya çaran e di artêşa Sûrîyê de, armanc girt.

Tevî ku dema pêkanîna êrîşê Mahir Esed ne li wir bû, lê şopîner bawer dikin ku Îsraîlê bi wê êrîşê mesacek da Mahir ku heger di piştgirîya Hizbullahê û Îranê de berdewam be, dê ne dûrî êrîşên wê be.

Rehal destnîşan dike ku piştî êrîşa Yaafûrê, Îsarîl êrîşên tund anî ser firqeya çaran li Qelemona sînorî bi Lubnanê re.

"Ev destpêka qonaxek nû ye, ku ne tenê Îran, Hizbullah armanc dike, belê beşek ji artêşa Sûrîyê ku alîgirê Îran û Hizbullah tê armamcgirtin," Rehal got.

Êrîşa Bejayî û Devera Ewle

Piştî êrîşên ezmanî yên tund, û lawazkirina hebûna Îranê û mîlîsên bi wê ve girêdayî li Sûrîyê, gelo Îsraîlê wê êrîşek bejayî li Sûrîyê pêkbîne an na?

Hin şopîner di wê bawerîyê de ne ku êrîşek bejayî pêkan e, ji ber wê Îsraîl bi armanca pêkanîna deverek ewle ser sînorê xwe bi Sûrîyê re, pêwîst e oprasyonek bejayî pêk bîne.

Ehmed Rehal vê yekê bawer dike.

"Devera ewle ji gundewrê başûrî Dîmeşeq heya ber bi Golanê ve dirêj dike," Rehal got.

Lê lêkolênerê New Lines Institute û berdevkê berê yê Kiwalisyona navnetweyî ya şerê dijî Daişê Myles B. Caggins êrîşek bejayî dûr dixîne.

“Îsraîl ne pêkan e ku şer berfirehtir bike,pêkanîna êrîşên esmanî yên domdar an jî bejayî li Sûriyê dê li dijî armancên Îsraîlê be,” Caggins got.

Lê şîrovekarê sîyaî Dr. Ferîd Sadûn bawerdike ku bêyî oprasyonek bejayî,Îsraîlê dikare deverek ewle ser sînorê xwe bi Sûrîyê re di nava xaka Sûrîyê de pêkbîne.

Sadûn vê yekê ser bingeha peymana Îsarîlê bi Rûsyayê re ava dike.

"Peymanek Rûsî-Îsraîl heye ku bi kurahîya 80 km di nava xaka Sûrîyê de hebûna Îranê lê tune be," Sadûn got.

"Yekbûna Qadan" Hat Birrîn

Bi kêmanî heya wek vê demê rêjîma Sûrîyê derbasî şerê dijî Îsraîlê ne bû ye.

Şopîner di wê bawerîyê de ne ku karîna rêjîma Sûrîyê ya abûrî û leşkerê tune ye ku sengerek şer bi Îrsaîlê re veke.

Sadûn bawer dike ku çi bersivek leşkerî ya rêjîmê wê yekser bandorê ser neqşeya kontirolê li Sûrîyê bike.

"Bêdengîya Rêjîmê wê destkeftîyan ji rêjîma Sûrîyê re bîne holê," Dr.Sedûn got.

"Yekbûna qadan" ya welat û bizavên "tewera berxwedanê" ya girêdayî Îranê ku Sûrîyê xeleke giringbû di wan qadan de dijî Îsraîlê hat birîn.

Di encama derxistina Sûrîyê ji wê qadê karîna Îranê li Sûrîyê lawaz kir, û rêyên veguhestina çekan ji bo Lubnanê birî.

Ev yek li gorî şopîneran wê bandorê li ser rewşa alozîya Sûrîyê bi giştî bike û wê rêjîma Sûrîyê bêtir nêzîkî welatên Ereban û Rûsîyayê bike.

Bandorên Ser Kurdên Sûrîyê

Di encama êrîşên Îsraîlê li Sûrîyê Îran lawaz dibe.

Şopîner bawer dikin ku ev di berjewendîya kurdên Sûrîyê de ye, ne xasim ku Wezîrê Derve yê Îsraîlê di hefetay bûrî de got “Kurd, hevbendên me yên xwezayî ne"

Ev yek li gorî şopîbner Emced Kurdo ku dê derî pêş kurdan veke ku rolek wan serekî di Sûrîya paşeroj de hebe.

"Tevî gelek astengîyan û di serî de helwesta Turkîyê lê kurd di Sûrîya paşerojê de wê bi xwedî rolek serekî bin," Kurdo got.

Ji êrîşa Hemasê ya tûnd ser Îsarîlê di 7 cotemha sala derbasbûyî de dîyare ku rojhilata navîn tê guhertin,Sûrîyê jî di çavê vê guhertinê de ye.

Bandor û encamên dawî li Sûrîyê wê li gorî rengê bersiv an bêdengîya rêjîmê bi xwe be.

Bi gotinek din, gelo wê rêjîma Sûrîyê karîbe xwe ji Îranê rizgar bike an na, li gorî bersivê wê encam jî dîyar bibin.

Êrîşên Îsraîlê li Sûriyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:13 0:00
XS
SM
MD
LG