Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenta Îsraîlê Dijî Damezrandina Dewleta Filîstînî Deng Da


Rûniştineke parlamenta Îsraîlê (arşîv).
Rûniştineke parlamenta Îsraîlê (arşîv).

Parlamenta Îsraîlê (Kneset) derengî Çarşemê dengdanek pêk anî tê de dijatîya xwe hember damezrandina dewleteke Filîstînî eşkere kir. Vê gavê şermezarkirineke Filîstînî û navnetewî bi xwe re anî.

Kneseta 120 endamî bi dengdana 68-9 biryar da ku damezrandina dewleta Filîstînî jibo Îsraîlê “metirsîyeke hebûnê” ye. Parlamentê herwiha got ku hebûna dewleteke Filîstînî dê “nakokîya Îsraîlî-Filîstînî bidomîne û aramîya herêmê têk bibe.”

Ev biryar semobolîk e lê ew çend rojan tê berî ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu serdana Washingtonê bike. Ew herwiha tê berî ku Dadgeha Navnetewî ya Dadê biryarekê bide derbarê qanûnbûna dagîrkerîya Kenara Rojava ji alîyê Îsraîlê ve.

“Kneset bi tu xurtî dijberîya avakirina dewleteke Filîstînî li rojavayê Urdunê dike,” biryarê da zanîn.

“Avakirina dewleteke Filîstînî di dilê axa Îsraîlê de wê metirsîyeke hebûnê jibo dewleta Îsraîlê û welatîyên wê be, ewê nakokîya Îsraîlî-Filîstînî bidomîne û aramîya herêmê tê bibe.”

Biryara Knesetê herwiha dîyar kir ku koma Hamas dê wê dewleta Filîstînî kontrol bike û bike “bingeheke terorîst ya radîkalên Îslamî.”

Desthilatdarîya Filîstînî got ku dê “ne aştî ne jî ewlekarîya ti kesî hebe bêyî damezrandina dewleteke Filîstînî.” Wê koalisyona hikûmeta Îsraîlê bi “birina herêmê ber bi nebûnê ve” tawanbar kir.

Wezareta Derve ya Fransayê jî xembarîya xwe hember vê biryarê derbirîn kir û got “ew tersî bernivîsên ku ji alîyê Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî ve hatine qebûlkirin.”

Di dengdaneke meha Sibatê de, Kneset bi piranîyeke mezintir deng dijî welatên ku bi yekalî piştgirîya dewleteke Filîstînî bikin da. Îspanya, Îrlanda, Norwêc û Ermenistanê ji wê demê ve gotine ew pênasînê bi dewleteke Filîstînî dikin.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG