Nûnerên Îsraîlî û Filistînî roja Yekşemê li Urdunê dest bi danûstandinan kir, û medyaya dewletê got ku civîna "siyasî-ewlehî" bi armanca vegerandina aramiyê ye piştî tundûtûjiya kujer.
Televîzyona dewleta Urdunê Al-Mamlaka got civînê li havîngeha Aqaba ya Deryaya Sor dest pê kir, "yekemîn bû di salên dawî de di navbera Filistîn û Îsraîlî de bi beşdariya herêmî û navnetewî" û beşdar dê li ser "rewşa li herêmên Filistînê biaxivin."
Çavkaniyên haydar ji civînê diyar kir ku serokê îstixbarata Filistînê Majed Faraj û serokê saziya ewlehiya navxweyî ya Îsraîlê (Shin Bet) Ronen Bar dê di civînê de amade bin.
Pêşbîne ku kordînatorê Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîka ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk, herwiha berpirsên ewlekarî yên Urdunî û Misirê jî amade bin.
Hevdîtin di demekê de dibe ku fikarên navnetewî li ser tundbûna aloziyên di navbera Îsraîl û Filistîniyan de hene.
Berpirsekî hikûmeta Urdunê roja Şemiyê ji AFPê re gotibû ku armanca hevdîtinê "avakirina baweriyê ye" di navbera Îsraîl û Filistîniyan de.
Berpirs anî ziman ku armanca danûstandinan ew e lihevkirina li dor "tedbîrên ewlekarî û aborî ji bo sivikkirina zehmetiyên gelê Filistînê."
Di dawiya Kanûnê de, serokwezîr Benjamin Netanyahu vegeriya ser desthilatê di serokatiya hukûmeta koalîsyonê de ku di dîroka Îsraîlê de wekî ya herî rastgir tê dîtin.
Nûçeyên derbarê biryara serkirdayetiya Filistînê ji bo beşdarbûna civîna Urdinê, rexne ji aliyên din kişand, tenê çend rojan piştî ku 11 filistînî di şerekî çekdarî de hatin kuştin dema ku leşkerên Israîlî êrîşî bajarê Nablusê yê Kenara Rojava ya dagîrkirî kirin.
Tevgera Fetih a desthilatdar a serok Mahmud Abbas li ser twîttera xwe got: "Biryara beşdarbûna civîna Aqaba, tevî êş û komkujiyên gelê Filistînê, ji xwesteka dawîanîna xwînrijandinê tê."
Grûpa Îslamî ya Hamasê, ku Kerta Xezayê kontrol dike, beşdarbûna rêvebiriya Filistînê bi tundî şermezar kir.
Hamas di daxuyaniyekê de got ku civîn "hewldanek eşkere ye ji bo veşartina tawanên dagîrkeriya (Îsraîlî) yên berdewam, û ronahiya kesk e ji bo pêkanîna binpêkirinan li dijî gelê me û ax û cihên pîroz."
Çavkanî: AFP