Êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê li ser Şama paytexta Sûriyê roja Şemiyê 4 endamên Pasdarên Şoreşa Îranê kuştin, di nav de jî serokê yekîneya agahdariyan, çavkaniyeke ewlekarî di hevpeymaniya herêmî ya alîgirên Sûriyê de ji ajansa Reutersê re got.
Li Tehranê, Pasdaran navên 4 şêwirmendên leşkerî yên ku di êrîşa Îsraîlê de hatin kuştin, eşkere kirin, lê pileyên wan diyar nekirin, û got ku hûrguliyên zêdetir dê piştre bên ragihandin.
Televîzyona fermî ya Îranê got ku avahiya armanckirî cihê rûniştina şêwirmendên Îranî li paytexta Sûriyê bû.
Îsraîlê, ku demeke dirêj e li dijî hebûna leşkerî û ewlekarî ya Îranê li Sûriyê helmeteke bombebarankirinê rêve dibe, ti şîrove tavilê nedan.
Medyaya dewleta Sûriyê ragihand ku "êrîşeke esmanî" ya Îsraîlê li ser avahiyekê li taxa Meza ya Şamê bû û got berevaniya esmanî ya Sûriyê hejmarek mûşek xistine xwarê.
Çavkaniya ewlekarî, ku beşek ji tora komên nêzîkî hikûmeta Sûriyê û hevalbenda wê ya sereke Îranê ye, got ku avahiya pirqatî ji aliyê şêwirmendên Îranî yên ku piştgiriya hikûmeta Serok Beşar Esed dikin ve, dihat bikaranîn, û ku ew bi Mûşekên Îsraîlê bi temamî hat hilweşandin.
Çavkaniyê got ku kesekî pêncemîn jî hat kuştin lê nikarî yekser nasnameya wî nas bike.
Essam El-Emîn, serokê nexweşxaneya El-Mowasat li Şamê, ji ajansa Reutersê re got ku nexweşxaneya wî termek û sê birîndar, di nav wan de jî jinek, wergirtin piştî êrîşa roja Şemîyê.
Sê jêderên ewlekarî ji Reutersê re ragihand ku roja Şemîyê, êrîşeke Îsraîlî li başûrê Lubnanê jî 2 endamên Hamasê kuştin dema ku ew bi otomobîla xwe diçûn.
Çavkanî: Reuters