Serokê Ameîrka Joe Biden got ku Îsraîl û Hamas piştî dîplomasîya dijwar gihêşt peymana agirbestê.
Peymana agirbestê piştî danûstandinên, bi beşdarîya nûnerên her du rêvebirîyên Biden û Trump pêk hat
Îsraîl û Hamas 15 mehan piştî destpêka şerê li Gaza ser agirbestê gihêştin lihevkirinê.
Danûstandinerên her du alîyan ser plana Amerîka ku Gulana 2024’an ragihandibû, danûstandin kirin.
Nûnerên Îsraîl û Hamasê bi rêka karbidestên dewletên din li Parîs, Qahîre û Doha danûstandin dikirin.
Jibo danûstandinan dîplomatên Amerîka, Qatar û Misir navbeynkarî dikirin.
Li ber e ku Îsraîl peymana agirbestê sibê Pêncşemê bipejrîne.
Jêder: Reuters, AFP