Şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam e, lê heta niha, ji sînorê Xezayê derbasî welatên cîran nebûye, di demekê de ku herdu alî piştevaniya navdewletî û herêmî werdigrin û metirsiya berferehbûna şer heye.
Roja 7ê mehê, Hemasê êrîşî Îsraîlê kiribû û di encamê de kuştî, birîndar û dîl girtin. Îsraîl ji wê demê ve êrîşên dijwar li dijî Xeza û Hemasê destpê kirin û di encamê de bi hezaran kes hatin kuştin û birîndarkirin.
Mamostayê zanîngehê û çavdêrê siyasî Dr. Raad Refaat ji Dengê Amerîka re got: "Eger şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de bidome, dê alîyên din bibin beşek ji şer û cîhan jî dê beşdarî şer bibe, û di dawîyê de êdî şer control nabe."
"Welatên bi hêz naxwazin şerê li Xezayê berfireh bibe. Hewl didin sînordar bikin."
Amerîka û welatên Ewropî piştevaniya xwe ji bo Îsraîlê diyar kir, Îran û welatên din jî li dijî Îsraîlê ne û piştgiriya Hemasê dikin û hişyariya berdewamiya êrîşên Îsraîlê bo ser Xezayê didin.
Her çendî car caran di navbera Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê de alozî çêdibin û Sûriye ji aliyê Îsraîlê ve tê bombebarankirin, lê şer hîn ji sînorên erdnîgarî yên Xeza û Îsraîlê derneketiye.
Nivîskar û rojnamevan Kemal Reûf ji Dengê Amerîka re got: "Hamas hizir dikir ku dê destê Îsraîlê bi girtina jimareke girtiyan girê bide, lê Îsraîlê guh neda vê yekê û wek karteke danûstandinê bi kar neanî."
Reûf got: "Eger şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de sînordar nebe û rê li ber şer neyê girtin, dê rewş bibe sedema şerekî herêmî, her çendî Îranê xwe kontrol kiriye û rê nedaye ku Heşda Şeibî rasterast beşdar bibe, lewma eniya Hemasê di vî şerî de paşde diçe."
Komên çekdar ên Îranê li Îraq û Yemen û Sûriyê ev çend roj in baregehên leşkerî yên Amerîkayê li navçeyê dikin armanc, li gel berdewamiya gefên Îranê yên li ser Îsraîlê, eger ew êrişên xwe li ser Hemasê bidomînin.
Grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê berpirsiyariya êrîşên mûşekî yên li ser bingehên leşkerî yên Amerîkî ragihand û gefa berfirehkirina êrîşan xwar, eger Amerîka piştevaniya Îsraîlê bike.
Mamostayê zanîngehê û endamê berê yê parlemana Kurdistanê Dr.Cafer Elî ji Dengê Amerîka re got: “Eger şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam bike, dê sînorên erdnîgarî yên Xezayê derbas bike û herêmê jî bigire nav xwe.
Her çendî welat li ser du eniya dabeş bûne, hinek piştgirî didin Îsraîl û hinek jî piştgiriya Hamasê dikin, lê gelek welat daxwaza rawestandinû nehiştina şer dikin.
Raporta Dilşad Enwer