Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz îro Çarşemê got ku ew qedexe dike ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres têkeve welatê wî jiber ku wî êrîşa muşekî ya Îranê ya ser Îsraîlê bi xurtî şermezar nekir.
Guterres roja Sêşemê daxuyanîyeke kurt dabû û tenê behsa "êrîşên herî dawî yên li Rojhilata Navîn" kiribû û gurbûna pevçûnan şermezar kiribû. Demeke zûtir ya Sêşemê Îsraîlê hêzên xwe şandibûn nava başûrê Lubnanê.
Katz got ku ew naxwazin Guterres li Îsraîlê bibînin jiber ku wî êrîşên Îranê bi eşkereyî şermezar nekiriye,
"Her kesê ku, wek hema hema tevahîya cîhanê êrîşa Îranê ya ser Îsraîlê şermezar nake, ne hêjayî hatina nava axa Îsraîlê ye. Bê Antonio Guterres jî Îsraîl wê bi domdarî berevanîya hemwelatîyên xwe bike û rûmeta xwe ya netewî biparêze."
Îranê, di vê demê de ku li Lubnanê girjî û alozîya navbera Hizbullah û Îsraîlê kûrtir dibe, şeva Sêşemê pirtir ji 180 muşekên balîstîk avêtibûn Îsraîlê.
Tevî ku sîstema berevanîya Îsraîlê piranîya wan muşekan li esmên pûç kiribûn, hinek ji wan li erdê Îsraîlê ketibûn, lê karbidestan gotibû ku ti kuştin çênebûne.
Jêder: Reuters