Karbidestên Filîstînî îro Çarşemê radigihînin ku bi êrîşên esmanî yên Îsraîlê li bakurê Gaza û li navenda wê bi kêmî ve 15 kes hatine kuştin.
Li gor ragihandina karbidestên Filîstînî ji êrîşan yek li xanîyekî li Cebalî yek jî li kampa penaberan ya li Bureij ya li navenda Kerta Gaza ketiye.
Artêşa Îsraîlê ser êrîşan ti daxuyanî neda lê wê îro serê sibê ragihand ku çekdarên li herêma Bureij roket avêtine û bang li gel kir ku ji herêmê derkevin.
Îsraîl dibêje seba ew operasyonên xwe yên dijî çekdarên Hamasê bi awayekî ewle bimeşîne jibo hin herêmên Gaza bangên derketinê dike.
Neteweyên Yekbûyî (NY) û sazîyên alîkarîyên mirovahî vê taktîka Îsraîlê rexne dikin.
Ew dibêjin hem jibo derketina mirovan dem kurt e û hem jî cîhekî ewle tune ku ew herinê.
Şerê li Gaza bi êrîşa çekdarên Hamasê yên Cotmeha 2023’yan re gur bû ku li gor Îsraîlîyan di wan êrîşan de li başûrê Îsraîlê 1200 kes hatin kuştin û 250 kes jî dîl hatin girtin.
Li Gaza hîn jî bi qasî 100 dîl hene û tê texmîn kirin ku parek ji sê parên wan mirine.
Wezareta Saxlemî ya li Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 45,500 Filîstînî hatine kuştin û pirtir ji 108,000 Filîstînî jî birîndar bûne.
Ew wezaret di hejmartina kuştî û birîndaran de çekdar û sîvîlan dihesibîne.
Amerîka, Brîtanya û Yekîtîya Ewrupa (YE) û hin dewletên din Hamasê wek rêxistineke terorê dibînin.
Jêder: AP, AFP, Reuters, VOA