Ajansa berevanîya sivîl ya Gazayê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê şeva borî û serê sibeha Yekşemê de herî kêm 28 Filîstînî hatine kuştin, tevî kesên li malekê û dibistanekê jî, ku artêşê got ew ji hêla Hamasê ve dihatin karanîn.
Berdevikê Dezgeha Sivîl Mehmûd Bassal di daxuyanîyekê de got ku herî kêm 13 kes ji malbata Ebû Semra di êrîşeke esmanî de li ser maleke li Dêr el-Belah ya li navenda Gazayê hatine kuştin.
Bassal got ku di êrîşa li ser dibistana ku derbiderên Filîstînîyên lê dimînin de jî, 8 kes ji wan 4 zarok hatine kuştin.
Wî ragihand ku di êrîşeke bi şev li Refehê jî sê Filîstînî û herwiha li bajarê Gazayê di êrîşeke dronî de serê sibê roja Yekşemê li ser otomobîlekê de çar kes hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê li ser daxuyanîyên Bassal heya niha ti daxuyanî nedaye, lê êrîşeke cuda li dibistaneke bakurê bajarê Gazayê piştrast kir.
Artêşê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku wê bi şev di "êrîşeke rasteerast" de mîlîtanên Hamasê yên li wir bûn, kirine armanc.
Di daxuyanîya artêşa Îsraîlê de hat gotin ku "navenda fermandarî û kontrolê ya Hamasê... di hundurê" kompleksa dibistanê de li rojhilatê bajêr hatibû sazkirin, û anî ziman ku ew dijî hêzên Israîlê "jibo plankirin û pêkanîna êrîşên terorîstî" dihat karanîn.
Berdevikê artêşa Îsraîlê ji AFP re got ku ew nikarin ser êrîşên din yên li herêmên din yên Gazayê hatine ragihandin, demûdest şîrove bikin.
Şerê li Kerta Gazayê bi êrîşa Hamasê ya li Îsraîlê di 7'ê Cotmeha 2023’an destpê kir ku di encamê de 1208 kes hatin kuştin, li gor hejmarên fermî yên Îsraîlê.
Di heman êrîşê de, mîlîtanan 251 Îsraîlî jî wek dîl revandin, ku artêşa Îsraîlê dibêje 96 ji wan hîn li Gazayê ne.
Wezareta saxlemîyê ya Gaza ya bin kontrola Hamasê dibêje ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha herî kêm 45,227 Filîstînî hatine kuştin ku piranîya wan sivîl in. Hejamareke ku Neteweyên Yekbûyî rast dibîne.
Çavkanî: AFP