Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Filistînî Ji Bakurê Xezayê Direvin Û Îsraîl Ji Bo Êrîşa Bejayî Leşkeran Kom Dike


Bi hezaran Filistînî roja Şemîyê ji ber êrîşa bejayî ya Îsraîlê ji bakurê Kerta Xezayê reviyan, di demekê de ku Îsraîlê bi êrîşên esmanî yên zêdetir dever topbaran kir û got ku ew ê du rêyan vekirî bihêle da ku xelk birevin.

Îsraîl heta sibeha Şemiyê muhlet dabû tevahiya rûniştvanên nîvê bakurê Kerta Xezayê, ku hejmara bêhtir ya rûniştvanên dorpêçkirî yên bajarê Xezeyê dihewîne, da biçin başûr. Şeva din ragihand ku ew ê heta saet 16:00 êvarê ewlehiya filistîniyên ku ji herêmê direvin li ser du rêyên sereke garantî bike.

Berdevkê leşkerî yê Îsraîlî Albay Jonathan Conricus roja Şemiyê di civîneke vîdyoyî de got: "Li derdora Kerta Xezayê, leşkerên yedek ên Îsraîlî di amadebaşiyê de ne ji bo qonaxa bê ya operasyonê."

"Ew hemî li derdora Kerta Xezayê, li başûr, li navend û li bakur in, û xwe ji bo her armanc û erkekê amade dikin."

Li gorî şêniyên ku li ser platformên medyaya civakî bangawazî belav kirin, li taxa Tel El-Hawa ya bajarê Xezayê, beşek ji herêma ku Îsraîlê fermana valakirinê daye, balafirên şer bi şev herêmeke niştecihbûnê bombebaran kir û li gelek malan xistin.

Bi sedan rûniştvanên herêmê xwe spartin nexweşxaneya Qudsê ya nêzîk û plan kir ku danê sibê tevlî kesên ku reviyane başûr bibin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG