Karbidestên saxlemîyê li Kerta Gazayê ku tevgera Hamasê wê birêve dibe, îro Şemîyê got ku êrîşên Îsraîlî bi şev 60 kes kuştin.
Tirsa berfirehbûna pevçûnê zêde bûye piştî ku hêzên Amerîkî û Brîtanî êrîşî alîgirên Hamasê, serhildayên Hûsî yên li Yemenê kirin, wek bersivdana êrîşên li ser keştiyên Deryaya Sor, ku hêza Amerîkî di roja Şemiyê de jî êrîşeke esmanî ya nû pêk anî.
Artêşa Îsraîlî got ku hêzên wê li dehan bargehên roketavêjan li navenda Gazayê xistin, berî ku ew bikar bên. Wê her wiha got ku wan di êrîşên esmanî de li Xan Yûnis, bajarê herî mezin ê başûrê Gazayê, li nêzîkî Refah, çar "terorîst" kuştin.
Eşref el-Qudra, berdevkê wezareta tenduristiyê li herêma di bin kontrola Hamasê de, ragihand ku zêdetirî 60 kes di êrîşên asmanî û topbarnên Îsraîlê de mirin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne. ç
Source: AFP