Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Pirtir ji Nîvê Dîlan Hemwelatîyên Dewletên Bîyanî Ne


Hikûmeta Îsraîlê îro Çarşemê ragihand ku pirtir ji nîvê 220 dîlên Hamasê revandine hemwelatîyên bîyanî ne.

Li gor agahîyên hikûmeta Îsraîlê biyanên dîl ji 25 dewletên cuda ne ku di nav dîlan de 54 kes hemwelatîyên Taylandê ne.

Karbidestên Îsraîlê didin zanîn bi êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê ji 40 dewletan 328 kes yan hatine kuştin yan jî hinda bûne.

Tê texmîn kirin ku di êrîşan de pirtir ji 1400 kes hatine kuştin.

Îsraîl dîyar dike ku ji dîlan 15 Arjantînî, 12 Alman, 12 Amerîkî, 6 Fransî, 6 Rûsî ne ku hejmara dîlên biyan 138 e.

Ji hemwelatîyên Taylandê kuştina 24’an hatiye piştrast kirin û nasnameya 21 kesan hîn nehatiye eşkere kirin.

Agahîyên Îsraîlê nîşan didin ku di êrîşan de 34 Amerîkî hatine kuştin û 5 jî hinda ne.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG