Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Falk: Plana Biden A Gazayê 'Ne Peymaneke Baş E' Lê Îsraîl Wê Qebûl Dike


Serokê Amerîkayê Joe Biden di 31ê Gulana 2024an de, li Koşka Spî, li ser rewşa Rojhilata Navîn diaxive.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di 31ê Gulana 2024an de, li Koşka Spî, li ser rewşa Rojhilata Navîn diaxive.

Alîkarê serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Yekşemê piştrast kir ku Îsraîl peymanek çarçove ji bo bidawîkirina şerê Gazayê ku niha ji hêla serokê Amerîkayê Joe Biden ve tê pêşde birin, qebûl kir, her çendî wî ew wekî şerm binav kir û got ku pêdivî bi xebatek bêtir heye.

Di hevpeyvînekê de ligel Sunday Times a Brîtanyayê, Ophir Falk, mezinê şêwirmendê siyaseta derve ya Netanyahu, got ku pêşniyara Biden "lihevkirinek e ku em pê razî bûn - ew ne peymanek baş e lê em bi dil û can dixwazin ku rehîne bên berdan."

Wî got, "Gelek hûrgilî hene ku divê bêne lêkolînkirin", û got ku şert û mercên Îsraîlî, di nav wan de "serbestberdana dîl û hilweşandina Hamasê wekî rêxistineke terorîst a jenosîdkar" nehatine guhertin.

Biden, ku desteka wî ya destpêkê ji êrîşa Îsraîlê re, rê li ber rexnegiriya jimara zêde ya kuştiyên sivîl di operasyonê de vekir, roja Îniyê tiştê ku wî wekî planek sê qonaxî ya ku ji hêla hikûmeta Netanyahu ve ji bo bidawîkirina şer hatî pêşkêşkirin, binav kir.

Qonaxa yekem bi agirbestekê û vegerandina hin dîlên di destê Hamasê de ye, piştî wê yekê dê alî danûstandinan bikin li ser rawestandina şer û pevçûnan ji bo qonaxa duyem ku tê de rehînên zindî dê azad bibin, Biden got.

Wusa dixuye ku ew rêzik tê wê wateyê ku Hamas dê berdewam bike di lîstina rola xwe de di rêkeftinên zêde yên ku bi navbeynkariya Misir û Qeterê têne lîstin. Ev jî berevajî biryardariya Îsraîl ye li dor jinûve destpêkirina kampanyaya jiholêrakirina grûpa îslamî ya ku Îran piştgirîya wê dike.

Biden di çend mehên borî de pesna gelek pêşniyarên agirbestê da, her yek bi çarçoveyek mîna ya ku wî roja Înê diyar kir, ku hemî têk çûn. Di Sibatê de, wî gotibû ku Îsraîl razî bûye şer heta Remezanê, meha pîroz a Misilmanan ku di 10ê Adarê de dest pê kir, rawestîne. Agirbestek weha pêk nehat.

Xala sereke ya nakokbar ew bû israra Îsraîlê ku ew ê bi tenê rawestinên demkî yên şer nîqaş bikin heta ku Hamas were tunekirin. Hamas, ku ti nîşanek ji vekişînê nîşan nade, dibêje ku ew ê rehîneyan bi tenê di bin rêyek ji bo bidawîbûna herdemî ya şer de azad bike.

Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş biribûn ser başûrê Îsraîlê ku karbidestên Îsraîlê didin zanîn ku di wan êrîşan de 1200 kes hatine kuştin û bi qasî 250 kes jî dîl hatine girtin.

Rêvebirên li Gaza didin zanîn ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên Îsraîlê de pirtir ji 35,000 Filîstînî hatine kuştin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG