Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl li Beyrûtê Berpirsê Medyaya Hizbullahê Dikuje


Êrîşa Îsraîlê ya li Ras El-Nabaa ya li Beyrûtê
Êrîşa Îsraîlê ya li Ras El-Nabaa ya li Beyrûtê

Du jêderên ewlekarî yên Lubnanî ji Reutersê re got, êrîşeke Îsraîlî li ser avahiyekê li navçeyeke qelebalix a Beyrûtê roja Yekşemê, berpirsê peywendîyên medyayî yên Hizbullahê Mihemed Afîf kuşt, her çend tavilê ji Hizbullahê piştrast nebû.

Artêşa Îsraîlî bersiva pirsên Reutersê red kir.

Êrîş li taxa Ras al-Naba’ bû, ku gelek kesên ji ber bombebarana Îsraîlê ji taxên başûrê Beyrûtê derbider bûne, li wir dimînin.

Çavkaniyên ewlehiyê got ku wê li avahiyek ku ofîsên Partiya Beis lê hene, û serokê partiyê li Lubnanê Elî Hîcazî ji kanala El-Cedîd a Lubnanî re ragihand ku Afîf di avahiyê de bû.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşê de kesek mir û 3 jî birîndar bûn.

Hat bihîstin ku ambulans ber bi cihê bûyerê ve diçin û ji bo ku girseya gel nêzî cihê bûyerê nebe dengê çekan hat.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG