Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Saxlemî yên Filîstînî Dibêjin di Êrîşa Îsraîlê 3 Kes li Kenara Rojava Kuştin


Karbidestên saxlemî yên Filîstînî ragihand ku di êrîşeke Îsraîlê ya îro Pêncşemê de herî kêm 3 kes li Kenera Rojava hatine kuştin.

Di operasyona Îsraîlê de li herêma kampa penaberan ya Nûr Şems jî êrîşên esmanî hatin darxistin.

Artêşa Îsraîlê dîyar kir ku hêzên wê binesazîya terorîstan kirîye armanc û mîlîtanekî Hamasê, ku beşdarî plankirina êrîşan bû, kuştîye.

Li gor wezareta saxlemîya Gaza, ku di bin kontrola Hamasê de ye, ji dema êrîşa Hamasê di Cotmeha 2023’an de ser Îsraîlê û vir ve, hêzên Îsraîlê li Kenera Rojava herî kêm 763 Filîstînî kuştine.

Şerê herî dawî li herêmê piştî êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmeha 2023’an destpê kir ku hîngê 1200 Îsraîlî hatibû kuştin û nêzî 250 kes jî dîl hatibûn girtin.

Îsraîl dibêje kubi bawerîya wê di destê Hamasê hîn jî 101 dîl hene, ku dibe 35 ji wan mirî ne.

Wezareta saxlemîya Gaza jî radigihîne ku di êrîşên Îsraîlê yên li Gazayê de heta niha pirtir ji 43 hezar Filîstînî hatine kuştin.

Jiber êrîşên Îsraîlê piranîya Kerta Gaza wêran bûye û jiber şer û fermanên Îsraîlê yên valakirina tax û gundan, dora % 90 ya 2.3 mîlyon şênîya Gazayê derbider bûne.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG