Ligel gûrbûna şerê Îsraîl û Hamas û nebûna hêvî û hewlên rawestandina vî şerî û mezinbûna tirsa berfirehbûna wî, pêşbînî heye ku ev bibe yek ji mijarên sereîa yên pêvajoya sîyasî li Amerîka.
Amerîka bêtir hêzan dişîne wê herêmê û hişyarîyê dide ji metirsîyên mezin li ser Amerîkî û berjewendîyên Amerîka li herêmê. Tevlêbûna Amerîkîyan di vî şerî de û piştgirîya Îsraîlê, sîyesetvanan neçar dike ku vê bikin mijareke navxweyî jî, bi taybet di kempeynên hilbijartinên seroktîyê de.
Heta niha ti sîyasetvanên navdar derneketine ku piştevanîyê li Îsraîlê nekin. Piştî çend salên duberekîyê, cara yekê ye her du partîyên serekî yên Amerîka li ser yek mijarê hevbîr in.
Ji niha ve hinek alî vî şerî dixin çarçoveya ewlekarîya niştimanîya Amerîka. 392 endamên Civata Nûnerên Kongresê Biryara Piştgirîya Îsraîlê erê kirine. Lê, hinek ji endaman, bi taybet du yên bi esil Ereb û Misilman rexne li Îsraîlê girtin.
Her çawa be, xwepêşandanên li çend bajarên Amerîka û bi taybet li pêş Kongresa Amerîkî li Washington û bersîva giştî ji wêne û vîdyoyên wêranîyê li Kerta Gazayê, alîyekî dî yê gotûbêjê dixe ber çavan.
Derbarê bersîva Rêvebîrîya Biden ya jibo şerê Îsraîl-Hamasê, şirovekarê sîyaseta Amerîka li Enstîtuya Washington Ben Fishman ji Dengê Amerîka re got ku sîyaseta Buden dibe sedema rexneyên Komarîyan.
“Bê guman her ji niha ve Biden rastî rexneya Komarîyan dibe û ew dibêjin ku Biden li hember Îranê gelekî sist e û ew wek piştevana serekî ya Hamasê ye, ne piştevanê hêzdar yê Îsraîlê ye.”
Gelo ev rexne dê bawerîya Amerîkîyan bigûherîne? Fishman dibêje ku Komarî jî têra xwe bê serûber in û ew bûye sê hefte bêyî serokê Civata Nûneran in û nikarin alternatîfekî ji Trump re bibînin.
Îca dîyar dibe ku ev mijar wê bibe naveroka gera paştir ya gotûbêja 10 berbijarên Komarî ku berêkanîyê dikin jibo yek ji wan bibe kandîdê partîyê ji bo hilbijartinên serokatîya 2024an. Lê pirsa mezin ew w ku gelo bersîva dengderên Amerîkî wê çawa be?
Encamên rawergirtinên giştî piştî êrîşa Hamas li ser Îsraîlê xuya dikin ku Amerîkî bi sîyaseta derve ya Biden ya piştîgirtina Îsraîlê re hevbîr in.
Hevdemê serdana Biden ya Îsraîlê, rawergirtineke Quinnipiac University National Poll xuya kir ku % 76 ji Amerîkîyan bawer dikin ku piştevanîkirina Îsraîlê di berjewendîya niştimanî ya Amerîka de ye.
Derbarê heman pirsê ku ji endamên partîyan hatiye kirin, % 84 ji Komarîyan û % 76 ji Demokratan û % 74 ji Amerîkîyên serbixwe bawer dikin ku piştevanîkirina Îsraîlê di berjewendîya niştimanîya Amerîka de ye.
Piştî heftîyekê ji vî şerî, rawergirtineke Rasmussen Reports, ka kî e ji vî şerî berpirs e, encaman dîyar kir ku ji Amerîkîyên biryar dane dengî bidin hilbijartinên seroktî û Kongresa, % 53 bawer dikin gazenda vî şerî dikeve stûyê Filîstînîyan. 10% Îsraîlê xetabar dikin û % 24 her du alîyan wekhev berpirs dikin.
Lê, dema heman pirs ji endamên partîyan hate kirin, % 66 ji Komarîyan û % 40 ji Demokratan xetayê dêxin stûyê Îsraîlê. % 14 ji Demokratan û % 7 ji Komarîyan berpirsîya vî şerî dixin stûyê Filîstînîyan.
Dibe ku ev şerê Îsraîl û Hamasê bi vî rengî niha nebe mijareke serekî ya hilbijartinan. Çimkî bi bawerîya şîrovekar Ben Fishman, “kêm caran mijarên sîyeseta derve dibin babetên serekî yên hilbijartinên giştî li Amerîka.”
Bêtir ji salekê maye ji hibijartinên seroktîyê re li Mijdara 2024’an. Fishman dibêje ku di dema hilbijartinan de ji dengderên Amerîkî re aborî pirsa pêşîn e.
Lê, eger heta wê demê ev şer dirêj be, sînorên Kerta Gazayê derbaz bike, berjewendîyên Amerîka bikevin pêş metirsîyan, Amerîkîyên dîlgirtî li cem Hamas neyên berdan û Hamas neyê tune kirin yan lawaz kirin, egera ku dengederên Amerîkî têgehiştina xwe ji hilbijartinan re biguhere, wê gelekî bilind, anku ev şer wê bibe mijareke serekî ya hilbijartinên 2024’an.