Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Yoav Gallant îro Înê ragihand piştî ku ewê Hamasê tune bikin, artêşa Îsraîlê plana kontrolkirina jîyana li Gaza nake.
Gallant got ku yek ji armanca operasyona leşkerî ya li Gaza ew e ku berpirsîya Îsraîlê ya ser beravên Filîstînê bi dawî bîne.
Gallant ev daxuyanî di agahdarkirina Komîteya Têkilîyên Derve û Berevanîyê ya parlemana Îsraîlê ser rewşa li Gaza da.
Ev cara yekê ye ku karbidestekî wiha payebilind yê Îsraîlî planên demdirêj yên ser Gaza eşkere dike.
“Artêşa Îsraîlê hizir dike ku di şerê bi Hamasê re de wê sê qonax hebin. Qonaxa yekê operasyona leşkerî, ku niha didome û armanca wê wêrankirina binesazîya Hamasê ye û bi êrîşên esmanî û bejayî pêk tê. Di qonaxa duyê de operasyonên di asta piçûktir jî hene ku xalên berxwedanê wê ji holê rake."
Gallant dîyar kir ku di qonaxa sêyê ya dawî de ewê Hamasê tune bikin, ewlehîyeke nû ava bikin û dû re berpirsîya Îsraîlê li Gaza biqede.
Jêder: Reuters, AP