Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Balyozxaneya Xwe ya Şamê Jinûve Vekir


Îspanya, piştî 12 salan îro balyozxaneya xwe ya li Şamê îro Pêncşemê bi amadebûna dîplomatên xwe yên payebilind jinûve vekir.

Wezîrê Derve yê Îspanî Jose Manuel Albares beşdarî merasîma vekirina balyozxaneyê bû û got ku careke din bilindkirina ala Îspanî nîşana hêvîya wan ya jibo siberoja Sûrîyê ye.

“Ev gav jibo siberojeke baştir pabendbûna me ya gelê Sûrîyê dîyar dike," Albares ji AFP re got.

Îspanya balyozxaneya xwe ya li Şamê di Adara 2012an de girtibû, salek piştî ku Esad bi tepeserkirina hovane ya xwepêşandanên dijî hikûmeta xwe kiribû.

Wezareta Derve ya Îspanî ragihandibû ku Albares wê bi nûnerên rêvebirîya nû ya Sûrîyê û bi nûnerên civaka sivîl re bicive.

Serdana Albares di vê demê de tê ku serhildayên bi pêşengîya rêxistina Îslamî Heyat Tehrîr el-Şam (HTŞ) berî mehekê ku deshilata Esad rûxandibû.

Karbidestên payebilind yên Ewrupî, di nav de wezîrên derve yên Fransî û Almanyî, çend caran sardana Şamê kiribûn da ku bi rêvebirên nû yên welat re bicivin.

Rêvebirîyeke demkî ya heta meha Adarê hatiye destnîşankirin û HTŞ, ku berê hevbenda şaxê Sûrî ya El-Qayde bû, hewil dide ku ji kemanîyan re nîşan bide ku ewê zararê nebînin û rêzê li serwerîya hiqûyê bigirin.

Albares berîya serdanê got ku ew dixwaze peyama piştgirîya Sûrîyê bide.

"Lê xetên me yên sor jî hene. Divê Sûrîye aştîyane be. Divê Sûrîye, jinan û kêmanîyên etnîkî û olî jî di nav de, rêz li mafên hemîyan bigire," Albares gotibû.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG