Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Dibêje Wê li Herêma Lehîyê 7,500 Leşker bi Cîh Kirine


Hikûmeta Îspanya îro Duşemê ragihand ku wê jiber krîza lehîyê ya li rojhilata welêt, ku di encamê de 217 kes miribûn, 7500 leşker li herêmê bi cîh kirine.

Artêşa Îspanya dawîya hefteyê jibo alîkarîyên ser belavkirina av û xwarinê, paqijkirina sûkan û tedbîrên dijî talana dikanan bi qasî 5000 leşker şandibûn.

Wezîra Berevanî ya Îspanya Margarita Robles da zanîn ku 2500 leşkerên din jî jibo sivikkirina encamên krîzê çûne herêmê.

Di lehîyê de li Barselona bahozeke bi zîpik çêbûbû û gemîyeke cengê ya bi 104 deryavanan nêzî bendergeha Valencia bûbû.

Tîmên rizgarkirinê dîyar dikin ku ew li devên çeman xebatên lêgerîna terman didomînin.

Hejmara mirîyên lehîyê roja Yekşemê rabû 217’an ku nêzî tevahîya wan ji Valencia bûn.

Hin xwecîhên herêmê dibêjin jiber hişyarî û xizmetên dereng hejmara mirîyan zêde bûne.

Do Yekşemê, li Paiportê hin xwecihan heri avêtin Serokwezîr Pedro Sanchez, Qral Felîpe, Qralîçe Letzia û ser wan gotin ku qatil in.

Lehîya li Îspanya bi felaketa çêkirî lehîya herî mezin ya 50 salên dawî yên Ewrupa ye.

Baranên boş di rojên din de jî dom kirin, lê ti lehîya mezin çênebû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG