Navê Dewleta Îslamî (DAIŞ), ku demekê li Sûrîye û Îraqê teror dimeşand û komkujî encam didan, navê wê komela tundrê di êrîşa kamyonî ya New Orleansê ku di encamê de 15 kes mirin û bi qasî 30 kes jî birîndar bûn xurtir kete di rojevê de.
Hemwelatîyê Amerîka Shamsud Din Jabbar yê ji Teksasê û 42 salî ye, ku demekê li Afganistanê kar kiriye, dema êrîşê ala DAIŞ’ê bi xwe re digerand.
Serokê Amerîka Joe Biden got FBI’ê ji wî re gotiye ku Jabbar li ser medyaya civakî vîdyoyên wisa weşandine ku nîşan didin wî ji DAIŞ’ê bandor girtiye.
DAIŞ’ê roja Çarşemê ji kanala xwe ya Telegramê berpirsîya êrîşa dijî bingeha leşkerî ya li herêma Puntland ya li Somalîya girt ser xwe.
Wê rêxistinê di daxuyanîya xwe de ragihand ku êrîş ji alîyê 12 çekdarên wê ve bi du maşîneyan hatiye li dar xistin û di encamê de ji hêzên Puntlandê pirtir ji 20 leşker hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka çend salên berê bi awayekî berfireh DAIŞ têk bir, lê ew rêxistin ya ku hewil dide jinûve xwe pêşve bibe di demên dawî de hin êrîşên mezin li dar xistin.
DAIŞ’ê Adara 2024’an li Rûsya li saloneke konserê êrîş li dar xist û di wê de herî kêm 143 kes hatin kuştin.
Çileya 2024’an jî DAIŞ’ê berpirsîya du peqînan girtibû ser xwe ku di wan de bi qasî 100 kesan canê xwe ji dest dabû.
DAIŞ’ê sala borî berpirsîya êrîşeke xwekujî ya li mizgeftê jî girtibû ser xwe ku di wê de bi kêmî ve 9 kes hatibûn kuştin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken piştî ketina rejîma Serokê Sûrîyê Beşar Esed hişyarî da ku DAIŞ dikare li wî welatî jinûve geş bibe û got ku ewê destûr nedin ku ew rêxistin jinûve pêşv bikeve.
DAIŞ li Rojhilata Navîn operasyonên xwînî dimeşîne û li dewletên Rojavayî jî bandorê çêdike.
Tebaxa 2024’an karbidestên Austurî - Nemsayî ragihand ku bergumanekî 19 salî ku plan kiriye ku li Vîyana êrîşekê bibe ser konserta Taylor Swift endamekî DAIŞ’ê bûye û jibo wê sonda pêbaweriyê xwariye.
"Xîlafet"a DAIŞ'ê salên 2014-2017 di asta herî xurt de bû û herêmên berfire li axên Îraq û Sûrîyê hikûm dikir.
Wan deman DAIŞ’ê li axên di bin kontrola wê de muxalîf dikuştin yan jî êşkence li wan dikir.
Rêberê DAIŞ’ê Ebubekir El Bexdadî sala 2019’an li rojavayê bakurê Sûriyê ji alîyê hêzên taybet yên Amerîka ve hat kuştin.
Ew xîlafet berê li Îraqê û dûre piştî operasyonên demdirêj yên Amerîka li Sûrîyê têk çû.
Rêberê nû yê DAIŞ’ê, ku bi navê Ebu Hafs El-Haşîmî El-Qureyşî tê nas kirin, hîn jî nependî ye.
DAIŞ piştî têkçûna hêzên wê û hin paşveçûnên xwe yên li Rojhilata Navîn taktîk guherand.
Demekê DAIŞ’ê hewil dida Reqa ya Sûrîyê û Mûsil ya Îraqê wek hikûmeteke navendî bi rêve bibe, lê piştî ax ji bin kontrola wê derketin, hêzên wê li herêmên cuda belav bûn.
Rêvebirîya DAIŞ’ê niha veşartî ye û pîvana mezinahîya wê dijwar e.
Neteweyên Yekbûyî (NY) dide zanîn ku li herêmên navendî yên DAIŞ’ê bi qasî 10,000 kesên wê hene.
Karbidestên hikûmeta Îraqê dîyar dikin ku DAIŞ êdî daketiye hucreyên raketî yên li binî erdê û êrîşên lêxe û bireve li dar dixe.
Hin çekdarên bîyan ji Îraqê revîn welatîn wek Afganistan, Sûrîye û Pakistanê.
Piranîya wan çekdaran bûn endamên baskê Xorosanê yê DAIŞ’ê ku ew navekî kevn yê herêmên Îran, Tirkmenistan û Afganistanê ye.
Baskê Xorosanê li sînorê Îran yê li Afganistan û Pakistanê çalak e.
DAIŞ’ê bandora xwe li Afrîqa jî kiriye ku li Uganda çekdarên Hêzên Hevbend yên Demokratîk (ADF) yên girêdayî wê rêxistinê berpirsîya hin êrîşan girt ser xwe.
ADF, ku li Uganda komeke serhildêra ye, operasyonên xwe birin Komara Demokratîk ya Kongo û li wir jî gelek êrîş li dar xistin.
Li Afrîqaya Rojava û li herêma Sahelê jî hin koman ser DAIŞ’ê sond xwarine û wan li Malî, Nîjer, bakurê Burkîna Faso û Afrîqaya Bakur herêmên berfireh xistine bin kontrola xwe.
Amerîka serê sala 2023’yan li bakurê Somalî rêberekî payabilind yê DAIŞ yê Somalî kuşt.
NY ketiye fikaran ku komên çekdar li Sudan ya bi girjîya navxweyî re rûbirû maye, bêîstiqrarîya sîyasî li gor berjewendîyên xwe bi kar bînin.
Jêder: Reuters