Karbidestên Îraqî ragihand ku di kemîna DAIŞ’ê de, bi kêmî ve 27 çekdarên ser bi hikûmeta Îraqê îro Duşemê hatine kuştin.
Êrîş, du meh piştî ku Bexda serkeftina dijî DAIŞ’ê ya li tevahîya Îraqê ragihandibû, hat.
Heşda Şaabî ku din vê navê de gelek kom hene, bi daxuyanîyekê ragihand ku êrîş li Hewîcê ya 300 km bakurê Bexda qewimî, dema hêzên wê operasyonên şevê pêk tînan.
Daxuyanî dîyar kir ku êrîşvanan kincên artêşa Îraqî li xwe kiribûn û xaleke kontrolê ya derewîn ava kiribûn ku kemîn li ser Heşda Şaabî deynin.
Heşda Şaabî da zanîn ku jimareke êrîşvan hatine kuştin, hinekên din jî ji cîhê bûyerê revîn.
DAIŞ’ê bi rêka ajansa nûçeyan ya Amaq berpirsîya wê êrşê rakir ser xwe.
DAIŞê meha borî dest bi êrîşên xwekujî li navenda Bexda kiribûn û herî kêm 38 kes kuştibûn.