Rexistina tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Pêncşemê berpirsîya du peqînên li bajarê bajarê Kirmanê girt ser xwe.
DAIŞ li ser kanalên xwe yên Telegramê daxuyanîyek weşand û got ku çekdarên wê êrîşa do pêk anîye.
Di peqînên roja Çarşemê ya di salvegera çaran ya yadkirina Qasim Silêmanî de herî kêm 103 kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.