Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarekî Pêşmerge Dibêje Liv Û Tevgera DAIŞê Ne Asayî Ye


Arşîv: Hêzeke Pêşmerge li nêzîk Altun Kupri
Arşîv: Hêzeke Pêşmerge li nêzîk Altun Kupri

Li parêzgehên Diyala, Kerkuk Û Selahedîn liv û tevgera çekdarên DAIŞê bi şêweke zelal zêde bûne, li çendîn herêmên cûda li wan parêzgehan di şevên borî de DAIŞê êrîş anîne ser hêzên ewlekariya Îraqê, êrîşa herî dawîyê ya şeva derbazbûyî bû, ku li eniya Pirdê êrişî pêşmeregeyan kirbû û du pêşmergeyan di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest adbû.

Fermandarê hêzên pêşmerge, lîwa Mihemed Hejar cîgirê fermandarê hêzên pêşmerge li eniya Qeretepe-Hemrîn ku hêzên wan di nava amadebaşiyê dane gote Dengê Amerîka "Liv û tevgera DAIŞê ne normale, ji berê zêdetir êrîşan encam didin, jiber wê yekê wezareta berevaniya Îraqê hêzên xwe li çendîn parêzgehan xistine di amadebaşiyê de."

Fermandarê pêşmerge dîsan got "Nihe tirs heye ku DAIŞ hin cihan kontrol bike."

Derbarê xistina hêzên pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de li eniya Qeretepe-Hemrîn, lîwa Mihemed Hejar dibêje "Liv û tevgeriyana DAIŞê li herêma Zînane û Cebare tê dîtin, hêzên wan ne gelekin, lê em di rewşa amadebaşiyê dane, da ku êrîşî sengerên me nekin."

Fermandê pêşmerge zelal kir û got, DAIŞ berpirs û çekadrên xwe di guherîne, mefrezeyên wan li herêmê tên û diçin û got "Xelk li herêmê heye ne çekdarin û karê xwe yê şivanî û ajeldariyê dikin, lê dema pêwîstiya wan bi wan kesan hebe, wan digirin nava xwe û weke çekdar bikar tînin."

Li Dawiya hevpeyvîna bi Dengê Amerîka re, lîwa Mihemed Hejar, fermandarê pêşmerge û cîgirê fermandê hêzên pêşmerge li eniya Qeretepe-Hemrîn eşkera dike ku hêzên çekdarên DAIŞê yên êrîşan dikin, ji grûpên biçûk pêk tên û wan di dema pêwîst de kom dikin.

Raporta Kerkukê 31 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:02 0:00

XS
SM
MD
LG