Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Dibêje Plandanerê Êrîşa Ser Dêra Santa Maria li Stenbol Hat Girtin


Polîsê Tirkiyê li hember avahiyê Dêra Santa Maria li Stenbol
Polîsê Tirkiyê li hember avahiyê Dêra Santa Maria li Stenbol

ENQERE — Saziya Îstxîbarata Tirkiyê îro Şemiyê ragihand ku wan bergumanekî êrîşkar yê ser dêrekê li Stenbol girtîye.

Saziya Îstixbarata Niştîmanî ya Tirkiyê (MÎT)ê ragihand ku berguman dest di plankirina êrîşa li Stenbolê li dijî Dêra Îtalî ya Santa Maria de hebû.

MÎT di daxyuniya xwe de dibêje kesê ku polîsan ew weke Viskhan Soltamatov daye naskirin plandanerê êrîşa 28 meha yek ya îsal 2024ê bû.

Di operasona hevbeş ya MIT û polîsan de li Stenbolê gumanbar hat binçavkirin.

MÎT'ê got ku tê bawer kirin ku alav û çekê di êrîşê de hatîn karanîn ji aliyê Soltamatov ve hatine peyda kirîn.

Di êrîşa Rêbendanê ya 2024an de, welatiyekî Tirkiyê ji aliyê du çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) ve hatbû kuştin, dema êrîş li dêra Katolîkî y Santa Maria ya Îtalî ya li Stenbolê pêkhatbû.

Êrîşa dêrê ji aliyê endamên komela DAIŞ-Xorasan ve ku li Afganistanê çalake hatbû encam dan.

Girêdayî êrîşa meha yek li Stenbol, Tirkiyê meha Nîsanê ragihand bû ku hêzên wan yên ewlehiyê 48 kes bi gumana ku dest di êrîşê de hebû girtbûn.

Jîder: Reuters

XS
SM
MD
LG