Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) roja Duşemê ragihand ku wan 2 endamên Daişê li Qamişloyê girtin. Girtina şaneyeke Daişê li Qamişloyê wek pêşhatek metirsîdar ya aktîfbûna Daişê tê nirxandin.
Li gor amarên çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR), ji destpêka sala 2025an ve Daişê 15 êrîş li deverên HSDê pêk anîne, ku tê de 8 kes hatin kuştin.
Sîymend Elî, berpirsê ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku hêza serekî ya HSDê ye, ji Dengê Amerîka re got ku girtina şaneyek Daişê li Qamişloyê “encamek metirsîdar ya êrîşên berdewam yên Tirkîyê ser hêzên wan e.”
“Êrîşên Tirkîyê hêza wan ji şerê dijî Daişê mijûl dike,di encam de Daiş aktîf dibe,” Elî got.
Lêkolîner Ebdulselam Xoce dîyar dike ku berdewamkirina êrîşên Tirkîyê li ser herêmê, HSDê neçar dike ku şerê xwe yê li dijî Daişê bike armanca xwe ya duyê.
Wî got ku “êrîşên Tirkîyê li ser Bakur û Rojilatê Sûrîyê dibe derfet jibo ku Daiş êrîşên xwe berfirehtir bike.”
Ji dema ketina Esad ve, cara yekê ye ku Daişê daxuyanîyek vîdeo diweşîne, tê de gef li desthilatdarên nû li Şamê û serkirdeyê wê el-Colanî xwar.
Tevî ku şeva ketina Esad koalisyna navnetewî ya şerê dijî Daişê hejmareek êrîşên esmanî li dijî armancên Daişê li Badîya ya nava Sûrîyê pêkanî.
Lêkokînerê navenda Firat, Mistefa Mistefa dibêje ku Daişê bi taybetî li Badîya li nava Sûrîyê gelek çekên artêşa rêjîma Esad bi dest xistin.
“Daişê li badîya nava Sûrîyê ji kev in de aktîf e, û niha bi hêztir bûye,” Mistefa got.
Di 18 vê mehê de Fermandarê giştî yê HSD Mazlum Ebdî bi fermandarîya navendî ya Amerîkayê CENTCOM re civîya û pêgirî li ser domandina operasyonên hevbeş yên dijî Daişê kir.
Li gor çavdêran, hevkarîya HSDê û koalisyona navdewletî ya şerê li dijî Daîşê bi ketina Esad re ket qonaxeke nû.
Rojnemevan Egîd Mişmiş dîyar dike ku hevkarîya HSD û Kiwalisyonê bi ketina Esad re û hatina desthilatdarên nû li Şamê bi hêztir dibe.
Ew dibêje ku “Rêvebirîya nû ya Amerikayê guhdanek mezin dide dosyeya Sûrîyê bi armanca rêgirtina ber aktîfbûna Daişê.”
Bi reva Esad û hatina desthilatdarên nû li Şamê, êrîşên çekdarên bi ser Tirkîyê ve li ser HSD tundtir bûne.
Li herêmên HSD du kampên mezin hene ku tê de 40 hezar jin û zarokên malbatên Daişê girtî ne, hene û herwiha 27 zindan hene ku tê de 10 hezar çekdarên Daişê girtî ne.