Çavdêriya Surî jibo mafên mirov dide zanîn ku, çekdarekî Daişê li bajarê Reqa li pêş çavan Diya xwe kuştiye.
Weke Çavdêr radigehîne, sucê diya wî ew buye, gotiye lawê xwe dest ji Daişê berde û were em bihevre ji bajarê Reqa derkevîn.
Diya çekdarî karmend bû li dayireya Postê, wî diya xwe birîye hember avahiyê posta diya wî lê kar dikir û ew li hemberî xelkê kuştiye.
Herwiha Grupeke çalakvanên Surî, bi navê (Raqqa bi Bêdengî tê serbirîn) ev nûçe piştrast kir wan jî got, çekdarekî Daiş diya xwe li pêşçavan kuştiye daku xelik bitirse ji fermanên Daişê dernekeve.