Hewlên Rêvebirîya Xweser ji bo radestkirina malbatên çekdarên DAIŞê yên biyanî ji bo welatên wan berdewam in.
Di encama şerê Baxozê de bi deh hezarên malpatên Daişê xwe radestî HSD kirin, ku hatin veguhestin ji bo 3 kampên serke Roj,Hol, eyîn Îsa.
Hejmara malbatên DAIŞê li kampa Holê zêdeyî 15,930 malbatin, hejmara kesayetan jî zêdetirî 58,671 kesin.
Hejmara malbatên DAIŞê li kampa Eyn Îsa ji zêdeyî 3,515 malbatin(heya sala 2019 an ), hejmara kesayetan jî zêdeyî 13,000 kesin.
Li kampa Roj zêdetirî 800 malbatên DAIŞê yên biyanî dijîn, hejmara kesayetan zêdeyî 2500 kesin .
Kampa Eyîn Îsa di êrîşa Turkîyê sala 2019an 3515 malpatên Daişê ber bi Serêkanîyê jêr kontirloa Turkîyê de di nava bajêr de bicihbûn. Pirranîya wan malpatan Îraqî ne.
Radestkirina malpatên bîyanî ji bo welatên wan
Li gorî desteya Têkiliyên Derve ya girêdayî Rêvebirîya Xweser, di sala 2022an de 515 jin û zarokên DAIŞê ji bo şandeyên welatên biyanî hatine radestkirin.
Berpirsên Rêvebirîya Xweser çendîn car dibêjin ku ew ji bo valakirina kampên bakur û rojhilata Sûriyê ji malbatên DAIŞê, kar dikin.
Di sala derbasbûyî de nûnerên Rêvebirîya Xweser bêhtirî 100 hevdîtin bi welatên Ewropayê re pêk anîne da ku welatiyên xwe vegernîn, li gorî Desteya Têkiliyên Derve, di vê sale de jî, hevdîtin berdewam in.
Hebûna malbatên DAIŞê li bakur û rojhilata Sûriyê sedema metirsiyê ye
Ji sala 2019an ve, piştî têkçûna DAIŞê li Sûriyê, hejmarek mezin ji malbatên çekdarên DAIŞê li kamp û navendên taybet ên bakur û rojhilata Sûriyê hatin bicihkirin.
Rêvebirîya Xweser hewl dide ku bi rêyên diplomatîk danasîn û piştgiriyeke siyasî ji bo herêmên bakur û rojhilata Sûriyê bi dest bixe, her wiha pirsa DAIŞê li herêmê çaresr bike.
Li gorî çavdêran, eger pirsgirêka malbatên DAIŞê neyê çareserkirin, di pêşerojê de dê metirsî û gef li ser deverê çêbibe, nexasim ku piraniya wan ramanên tundrew di mejiyê wan de heye, bi taybet zarok.
Şopîner bawerdikin ku nifşê nû yê Daişê di nava kampan bi taybetî Hol ser ramnên tûnd yên Daişê têne perwerde kirin.
Lamra Erkendî rojnamevana bispora Daişê dibêje ku rêxistina Terorîst di nava kampa Holê de bi xwedî karîne ku xwe bi rêxistin bike, ne xasim di warê abûrî de.
çima welatên ewropî hemwelatiyên xwe yên Daişî venagerînin
Di sala 2021ê de, Rêxistina Mafên Mirovan a navdewletî (Human Rights Watch) bang li welatên Ewropî kir ku welatiyên xwe yên DAIŞ’î ji Bakur û Rojhilata Sûrî wergirin.
Li gorî mafnasan, dosya dazrizandina endamên DAIŞê û tevlîbûna wan di nava civakê de dibin asteng li pêş vegerandina wan ji bo welatên wan.
Li alîyekî din, li gorî mafnasan astengên qanûnî jî hene ku dihêle vegerandina malpatên Daşê dereng pêşkeve.
Rojnamevan Hoşeng Hesen dibêje ku yek ji sedemên herî zêde ku dihêle hikûmetên rojavayî hemwelatîyên xwe venegerîn in bi mijarên navxweyî yên wan welatan ve girêdayî ye, bi taybetî di warê bandora vegerandina malpatên Daişê ser dengdarên hilbijartinan.
Li gor amarên fermî yên Desteya Têkiliyên Derve, Rêvebirîya Xweser di sala 2022an, 15 kes (6 jin û 9 zarok) radestî hikumeta Swêdê kirin, 60 kes (16 jin û 44 zarok) radestî hikumeta Hollandayê kirin, 53 kes (15 jin û 38 zarok) radestî Almanyayê kirin û 68 zarok radestî Rûsyayê kirin.
Her wiha Jinek û 3 zarok radestî Brîtanyayê kirin. 4 jin û 9 zarok radestî Albanyayê kirin. 2 zarok radestî Awisturyayê, 22 kes (6 jin û 16 zarok) radestî Belçîkayê kirin. 109 kes (32 jin û 77 zarok) radestî Fransayê kirin, 146 kes (42 jin û 104 zarok) radestî Tacikistanê, jinek û zarokek radestî YNK`ê kirin. 4 kes (2 zarok û 2 jin) radestî Kanadayê kirin, 17 kes (4 jin û 13 zarok) radestî Awistralyayê kirin.
heta niha hejmara rast a jin û zarokên DAIŞê yên biyanî li bakur û rojhilata Sûriyê nayê nizanin, lê bi hezaran jin û zarok di kampan de dimînin bi taybet kampên Hol û Roj.