Hevdem digel bîranina 7 salan biser komkojîya Şengalê liser destên teroristên DAÎŞ ê lisala 2014 an de, dengên hevsozîtî û sozên vegerîna hezaran koçberan bo ser malên wan têne bihstin.
Ev soz ne bi tenê liser astê navxweyî belkî liser astê cihanê ji tên bihstin, lê digel vê yekê, ev 7 salin biser Jenosida Êzidîyan re derbazbûn, hêşta çavê Êzidîyên Şengalê li vegerandina kesûkarên xwe yên winda ne û herwiha vegerîna wan bo ser mal milkê xwe, bo vê yekê çavê wan li dadweriyê ye û alîkariya civaka navnetewî yên navxweyî da ku çareseriyekê bo derdê wan bibînin.
Jibo derdên civaka Êzidî rojekê dê dadwerîya winda pêk bê? Alîkariyên heta niha çend di asta wê trajedîya mezin dane?
Bernamê Tîrêj zêdetir liser vê mijarê rawesta û ligel mihvanên birêz, Xanim Menal Bamernî berpirsa rêveberîya Koç û Koûçberan û Bersivdana Qeyranan, herwisa birêz Dr. Saîd Pîr Çiço, parêzerê taybetmend bi qanûnên tawanên nêfnetewî de rewşa civaka Êzidî gotûbêj kir.
Pêşî xanim Bamerî got, "li parêzgeha Dohukê 16 kampên koçber û penaberan hene û ya di şiyana me da em pêşkeş dikin," lê birêz Çîço got, "zehmete dadwerî bête bich anîn jiber ku destên hinek welatan di piştgirîya DAÎŞ ê de hene."