Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Drona Amerîkî de li Dêrezorê Du Endamên DAIŞ'ê Hatin Kuştin


CENTCOM
CENTCOM

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) îro Sêşemê ragihand ku du bazirganên çekan hatin kuştin û yek jî birîndar bû di encama êrîşeke esmanî ya duhî de ji aliyê droneka Amerîkî ve.

SOHR dibêje li ser kamyoneke ku çek û cebilxane hilgirtibûn li ser rêya di navbera gundên Beqrus û El Zabarî li gundewarê Dêra Zorê de êrîş pêkhat. Di encama êrîşê de kamyon bi temamî şewitî. Nayê zanîn ku ev 3 kes ji şaneyên DAIŞê ne yan na.

Lê, Artêşa Amerîkî ser heman êrîşê ragihand ku di encama êrîşeke asmanî ya tund de li Sûriyê 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de got, "Çekdarên DAIŞê kamyoneke bi çekan barkirî li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê, ku berê di bin kontrola hikûmeta Sûriyê û Rûsyayê de bû, vediguhast".

CENTCOM di daxuyaniyekê de li ser mediya civakî Xê dibêje, "Êrîş beşeke ji pabendbûna berdewam ya Amerîka bi hevkarên xwe yên li herêmê re ji bo têkbirina hewildanên terorîstan ji bo plankirin û organîzekirina êrîşan li dijî sivîl û leşkerên Amerîkî, herwiha hevalbend û hevkarên me li seranserê herêmê û derveyî wê."

Fermandarê CENTCOMê General Michael Eric Corella dibêje, hemû serkirde û endamên DAIŞê dê bibin armanc, di nav de yên ku hewl didin çalakiyên terorîstî li derveyî Sûriyê bikin.

XS
SM
MD
LG