Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hind Herêmên Îraqê DAIŞ Geş Dibe û Nakokiyên Sune û Şîayan Zêde Dibin


Nêzîk balyozxaneya Amerîka li Bexda
Nêzîk balyozxaneya Amerîka li Bexda

Bi zêde bûna liv û tevgerên DAIŞê li hin navçeyên Sunî yên Iraqî, hejmarek mijarên hestiyar dibin sedema nakokiyan di navbera pêkateyên siyasî yên Îraqî, ku geşbûna û vejîna DAIŞ bi wan nakokiyan ve tê girêdan.

Ligel vejandina tevgerên sînordar yên DAIŞê, gotûbêja ser yasaya lêborîna giştî, avakirina herêmeke sunnî û daxwaza şîayan bo vekişîna hêzên hevpeyman ji Iraqê, cihê nakokiyê di navbera civak û aliyên siyasî yên Iraqê de ye.

Koordînatorê berê yê têkiliyên Heşdî Şaabî û hêzên Kurdî li Kerkûkê Nazim Kehîye ji Dengê Amerîka re got "Liv û tevgera DAIŞê li Kerkûk û Selahedînê lawaz e, lê tevgera wan li derdora Mûsilê heye."

Roja 22ê Tîrmeha 2024'an, fermandeyê operasyonên artêşa Iraqê li rojavayê Mûsilê peyamek nihênî ji hêzên leşkerî re şand û ew derbarê derbasbûna çekdarên DAIŞê ji Sûriyê bo nav axa Îr aqê hiçşyar kirin.


Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-A'racî roja 21.07.2024ê di civînekê de ligel Balyozê Komara Çek li Iraqê hişyarî da ku kampa girtîyên DAIŞê li Sûriyê metirsîdar e li ser ewlehî û aramiya navçeyê.

Nazim Kehîye dibêje "Hejmarek çekdarên DAIŞê ji Sûriyê hatine azadkirin û berdana wan bi guman e. Dibe ku werin Iraqê û wek karteke fişarê bên bikaranîn ji bo cîbicîkirina daxwaza hin welatên herêmê ji bo avakirina navçeyeke Sunî."

Rêveberê Nahiya Zinnane li bakurê rojhilatê Xurmatû Wehab Ehmed ji Dengê Amerîka re got: "Tevgera DAIŞê ji nû ve derketiye holê û çekdarên wan bi motorsîklêtan geriyan."

Li gorî çavdêrên siyasî, nakokiyên aliyên Sunî yên Iraqê û mandilakirina wan ji aliyê hêzên şîa mezheb ve, ku pirraniya hikûmetê pêk tînin, careke din xwesteka avakirina herêmeke Sunî ketîye di rojevê de.

Jêderekî siyasî yê Îraqî ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Dengê Amerîka re got "Tevgera DAIŞê dibe ku behaneyek be bo hêzên Şîa da ku yasaya efûya giştî ya di berjewendiya suniyan de derneke."

Wî Got jî "Gotûbêjkirina yasaya lêborînê di demekê de ye ku postê serokê civata nûneran di destê Erebên Sunî de nîne, ev ciyê gumanê ye".

Serkirdeyekî Erebên Sunnî Îsmaîl Hedîdî ji Dengê Amerîka re got: "Efu daxwazeke Erebên Sunnî ye ji ber ku piraniya girtiyan Sunnî ne û yasa jî dereng maye."

Mijara derketina hêzên hevpeymanan û yên Amerîka ji Îraqê mijareke din ya nakokiya navbera aliyên csiyasî yên Îraqê ye.

Şîa dixwazin hêzên Amerîka û hevpeymanan yên li Îraqê hene derkevin, lê hin aliyên sunî û kurd naxwazin niha ew hêz derkevin, ji bo vê mijara destpêka vê hefteyê şandeke Îraqî hatbû washington û gotobêj derbarê wê pirsê de hatin kirin, lê di daxuyaniya hevbeş de behsa dîrokek diyarkiriî ya derketina hêzan ji Îraqê nehat kirin.

XS
SM
MD
LG