Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dixwaze Hemwelatîyên Xwe ji Kampa Holê Veguhezîne


Vê hefteyê şandeke hikûmeta Îraqî serdana bakur û rojhilata Sûrîyê kir bi armanca veguhestina hejmarek ji malbatên Îraqî yên li kampa Holê hatine bi cîh kirin.

Di nav şandeya Îraqê de, ku gihişt deverên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), nûnerên Wezareta Derve û Civata Wezîran û hêzên ewlekarîya Îraqê cîh girt.

Şêxmûs Ehmed, Serokê Ofîsa Penaber û Koçberan yaa Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê, ji Dengê Amerîka re gihiştina şandeya Îraqê piştrast kir.

”Hikûmeta Îraqê dê vekolînan bike da ku hemwlatîyên xwe yên li kampa Holê dimînin vegerînin Îraqê û Rêvebirîya Xwesr di vê mijarê de dê alîkarîya hikûmeta Îraqî bike.”

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2018’an de mekanîzmek jibo veguhestina Îraqîyan ji kampa Holê ber bi Îraqê ve di navbera Rêvebirîya Xweser û hikûmeta Îraqî de hatibû îmza kirin.

Li gor Ehmed, ew mekanîzm heta radeyekê ji alîyê hikûmeta Îraqê ve neketiye warê pratîkê.

''Mixabin ev mekanîzm ji alîyê hikûmeta Îraqê pir giran bû. Niha şandeya Îraqî hatiye ku navê hemwalatîyên xwe tomar bike ku wan veguhezîne Îraqê,'' wî da zanîn.

Karbidestê Kurd di dirêjahîya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa ewlekarî ya metrisîdar ya nava kampa Holê.

''Li kampa Holê rewşeke pir metrisîdar heye, bi taybetî piştî êrîşa DAIŞê ya ser zindana Hesekê,'' wî got.

Beriya niha hikûmeta Îraqî hejmarek welatîyên Îraqî ji kampa Holê veguhestibû Îraqê, lê gelek caran jî ew proses dihate rawestandin.

Çavdêr dibêjin ku sedema wê derengketinê givaştinên eşîr û êlên Îraqî bû, ewên ku Îraqîyên li kampa Holê weke malbatên DAIŞ dibînin û vegera wan qebûl nakin.

Li gor agahîyan, ji nîvê sala 2021’an vir ve dora 450 malbatên Îraqî li ser çar nifşan ji kampa Holê bo Îraqê hatine veguhestin.

Serdana şandeya Îraqî li bakur û rojhilata Sûrîyê heta niha jî lidar e, tê de bi awayekî rojane karê tomarkirina navên Îraqîyan li kampa Holê tê kirin.

ZO_03_10_2022_Îraq_Hol
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:10 0:00
XS
SM
MD
LG